Nizanim tu ji çi re kurdiya xwe kêm dibînî, bes ji te re bêjim, kurdiya te gelek resen û xwerû ye.
Belê, bê guman di kurdî de jî ew awayêt gazîkirinê hene. Ji ber ku kurd bi giştî ji bav û kalêt xwe re rêzeka mezin digirin, zimanê kurdî jî xwedî bangêt bi vî rengî ye. Ez niho ji te re çend mînakan rêz bikim, da mijar zelaltir bibe:
Li mirovêt temendirêj yêt nêr tu dikarî wisa bang bikî: Apo, Mamo, Xalo, Seyda, Mamosta
Ji bo jinêt pîr jî ev bang bi kar dihên: Xaltîkê, Metê
Heke yê li hemberî te ji te mestir be, tu dikarî ji bo wî têgeha kek bi kar bînî, ango: kekê min, keko
Her wisa bi giştî jî ev bang dihên kirin: bira, birê min, birayê min, xwîşk, xweh, xwîşka min
Bangêt fermî jî hene, ew jî ev in: rêzdar, cenab, birêz...
Di gel silav û rêzan
Rûbar