Tu dizanî ku ez ji jiyana xwe bêhtir ji te hez dikim. Bes carinan tu dilê min dihêlî. Dema ez tiştekî vedibêjim te, Tu yan li min guhdarî nakî yan jî di min nagihîjî. Heta tu hewla fêmkirinê jî nadî. Ne ku ez nema dixwazim te bibînim yan nema ji te hez dikim, lewre min tu ji MSNa xwe dûr nexistî, Na... Bi tenê ji ber ku te tiştek kir ku min nedixwest tu ewê li min bikî, ji ber vê çendê min tu ji MSNa xwe dûr xistibûyî. Çima?? Bi rastî ez te fêm nakim. Erê, ez hêj hez ji te dikim. Belê, min divê bi te re bim. Erê, dilê min heye ez bi te re bizewicim û belê, min divê heta hetayê ya te bim!! Bes ji bo vê yekê divê tu xwe hinek biguherînî. Hewla fêmkirina min bide. Her dem dilê min neşikîne. Hinek hestiyartir be.
Ji te hez dikim
Monaya te