Autor Thema: Termînolojiyên beşa matematîkê  (Gelesen 6184 mal)

agire-newroze

  • Gast
Termînolojiyên beşa matematîkê
« am: 21. März 2007, 14:03:58 »



1.1 Termînolojiyên beşa matematîkê

Hinek biwêjên (gotinên) matematîkê:

tevandin = jimaran bixin ser hev, hejmartine bi tevbûnê. Sembola di matematîkê „+“
tevandin = addition (EN,FR), Addition (DE), toplamak (TR)

Mînak:
1+3 = 4
2+2 = 4
4+0 = 4 (0 ==> hêmane (elemente) tûne, sifir, nebûn; hêmana nêtar (neutral))

derxistin = derxistina (kêmkirina) jimaran ji hevdu. Sembola di matematîkê „-“
derxistin = subtraction (EN), Subtraktion (DE), soustraction (FR), çikartmak (TR)

Mînak:
3-2 = 1
4-2 = -2
4-0 = 4 (0 ==> hêmane (elemente) tûne, sifir, nebûn; hêmana nêtar (neutral))

carkirin = zerbkirin (carkirina) jimarekê bi yeke din re. Sembola matematîkê „x“ (*)
carkirin = multiplication (EN,FR), Multiplikation (DE), çarpmak (TR)

Mînak:
2x3 =6
2x2 = 4
4x1 = 4 (1 ==> hêmane (elemente) yek, hêmana nêtar (neutral))

biparkirin = parvekirina jimarekên ji yan din. Sembola di matematîkê „/“ (:)
biparkirin = division (EN,DE,FR), bölmek (TR)

Mînak:
4/2 = 2
5/2 = 2,5
3/0 = !!! Ger tû hijmarekê li 0 (sifir, nebûn) barvebike, cîhan wê xerabibe! :-d
2/1 = 2 (1 ==> hêmane (elemente) yek, hêmana nêtar (neutral))

1.2 Jimar û sîstemên jimarê

Hêma Jimaran (Alfabeya jimaran):
Di zimanê Kurdî jibo hêma (nîşana) jimaran (jimarê) deh (10) tîpên nû tên bikaranîn. Ev tîp wek standard hatina pejirandin û bi giştî ji aliyên piraniya mirovan ve tên bikaranîn.

Mînak:
0 ==> sifir, tûne, nebûn
1 ==> yek
2 ==> dû (li hinek herêman didû, do)
3 ==> sê (li hinek herêman sisê)
4 ==> çar
5 ==> pênc
6 ==> şeş
7 ==> heft
8 ==> heşt
9 ==> neh

Hêjayî gotinê ye ku romayan jibo jimaran tîpên nu bikar nedianîn. Wan jibo jimaran alfabeya xwe zimanê latînî bikar dianîn.

Mînak:
1 ==> I
2 ==> II
3 ==> III
4 ==> IV
5 ==> V
10 ==> X
50 ==> L
100 ==> C
500 ==> D
1000 ==> M
2006 ==> MMVI (1000 + 1000 + 5 + 1 = 2006)

Sîstema dehane:
Ji ber ku alfabeya jimaran ji deh tîpan pêktê, em ji hesabên bi van tîpa re dibêjin sîstema dehane.

Sîstema dehane (KR) = decimal system (EN), Dezimal (DE), ondalik sistem (TR).

Di matematîka bilind ne tenê sîstema dehane tê bikaranîn herwiha sîstema duane (2), sîstema heştane (8), sîstema şazdehan (16) ûhw.

Sîstema duane:
sîstema duane = binary or dual system (EN), Dualsystem (DE), binaire (FR)
0 ==> sifir, tûne, nebûn
1 ==> yek

Mînak:
2 ==> 10 ( 1*2 + 0*1=2)
4 ==> 100 (1*4+0*2+0*1=4)
7 ==> 111 (1*4+1*2+1*1=7)

Sîstema heştane:
sîstema heştane = octal system (EN, FR), Oktalsystem (DE)

Mînak:
0 ==> sifir, tûne, nebûn
1 ==> yek
2 ==> dû (li hinek herêman didû, do)
3 ==> sê (li hinek herêman sisê)
4 ==> çar
5 ==> pênc
6 ==> şeş
7 ==> heft

8 ==> 10 (1*8+0*1=8)
15 ==> 17 (1*8+7*1=15)
16 ==> 100 (1*16+0*8+0*1=16)

Sîstema şazdehan:
sîstema şazdehan = hexadecimal (EN), Hexadezimal (DE), hexadécimal (FR)

Mînak:
0 – 9 wek sîstema dehane
10 ==> A
11 ==> B
12 ==> C
13 ==> D
14 ==> E
15 ==> F

16 ==> 10 (1*16+0*1 = 16)
24 ==> 18 (1*16+8*1 = 24)
« Letzte Änderung: 21. März 2007, 14:14:20 von Mîtanî_4 »

Ciwan

  • Administrator
  • Sr. Member
  • *****
  • Beiträge: 311
Re: Termînolojiyên beşa matematîkê
« Antwort #1 am: 21. März 2007, 18:21:47 »
Zor sipas, vê lîste gelek pêwist bû :)

agire-newroze

  • Gast
Re: Termînolojiyên beşa matematîkê
« Antwort #2 am: 21. März 2007, 18:25:40 »
 :D silav kekê ciwan :D


Rast e keko ne tene girametîk dive em hesap jî zani bin ne wisa ;)



digel silaven dilovanî



dem bash

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 894
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Termînolojiyên beşa matematîkê
« Antwort #3 am: 22. März 2007, 13:40:29 »
Sipas û gelekî sipas,

bi rastî ev Tabel gelekî hêjaye û Matematîka min jî hê wekî ya zarokaye. Belkî zarok ji min qenctir dizanin Metematîkê.

Silav û hirmet