Deutsch-Kurdisches Sprachforum / Zazakî - Soranî - Kurmancî > Übersetzungswünsche

könnte mi jemand das bitte auf kurmanci übersetzen - "Die Kinder ... Zukunft"

<< < (3/3)

Rûbar:

--- Zitat von: Azadrezgar am 02. April 2010, 16:10:30 ---

--- Zitat ---Silav bo te birayê berkeftî!


Wek dilê te bivêt ewê peyvê bi kar bîne, bes da bo te bêjim ku ev şêweyê bikarînanê ne yê rast e. Heker te bivêtin tu dişêy xwe hindek li babetî hûr û kûr bikî. Bê goman paşî tu dê bînî, paşeroj bi duristî dihête çi wateyê.

Heker tu rê bidî min, ez hez dikim çiwar nivîsarêt girîng bo zelalkirina evê pirsyarê pêşniyarî te bikim. Ya êkê ji layê ezmannasê hêja Sidqiyê Hirorî hatiye dariştin. Tê da bi hûrgilî behsê wateya evan her du peyva dikit. Ya duwê jî ji hêla birêz Mistefa Reşîdî ve hatiye nivîsîn ku ew jî tê da berahiyê dîtina layengirêt bêjeya pêşerojê rave dikit û piştî hingê jî amaje pê dikit ku li dîv pergala zimanê kurdî guncavtirîn hevwateya bo ayindê anku demê bihêt, peyva paşeroj e. Her du nivîsar dişên di têgehiştina evan her du peyva da bibine harîkarî. Gotara sêyem ji kiça kurd e ku ew jî wekû zimannaseka naskirî dihête zanîn. Xwedanê gotara dûmahîkê jî rêzdar Deham Abdulfetah e. Ewî jî tê da gelek xal yêt rohnî kirîn. Lew evan hemiya bi dilniyahî pêşniyarî te û hemî xwînerêt dî dikim bi omîd û hîviya ku ev têkilheviye bihête zelalkirin.

Kerem ke:

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=62

http://peyam.eu/Kurdi/MR-Pasheroj-Pesheroj.pdf

http://www.pdk-xoybun.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=171

http://www.amude.net/evarbash/cand/deham.html


Li gel silavêt germ

Birayê we
--- Ende Zitat ---
Rojbaş Birayê hêja,

min ew gotarên ku te şandine xwendin, piştî xwendina wan tîştek balê min kişand ew jî ew e ku ( Wek Deham Abdulffetah nivisandî ) Kurdên li rojava û bakûr gotina pêşeroj ji bo musteqbel(erebî)/ zukunft bi kar tînin, û Kurdên rojhuilat û başûr jî gotina paşeroj.

Ji ber ku birêz Abdulfetah zelal kiribû çima ew kesên ku gotina paşeroj ji bo zukunft bi kar tînin, ez nikarim bêjim ew ne mafdar in yan jî şaş difikirin.

Wek te dît peyvên paş û pêş bi nîrên cihekî yan jî demî tê bi kar anîn.

-Kurdên ku pêşeroj ji bo zukunft bi kar tînin wisa difikirin(Wek Mistefa Reşid gelek baş ji me re zelal kiriye) :

Gava mirovek rawestiyayî be yan jî rûniştî be, hîngê em bi aliyê ku ew temaşe dike re “pêşiya wî”
dibêjin, yanê ew aliyê ku ew mirov dibîne, bêyî ku serê xwe bi aliyê çepê yan jî aliyê rastê de
bade. Ev alî, li gor rawestandina fîzîkî ya wî mirovî, aliyê “pêş” e. Ew aliyê din yê ku ew nabîne,
em jêre aliyê “paş” dibêjin.

Mirov berê xwe ber bi Pêşeroj/zukunft de ye lê ber bi paşeroj de ye  ? Ez bawer dikim ber bi Zukunft de ye.

Ji ber wê ew peyvê "pêş"  wek nîrek cihekî bi kar tînin, û dibêjin pêşeroja me.

Mizgeft li pêş mala min e, yanê ez mizgeftê dibînim.

Û di " pêş + roj" de jî wisa ye berê min bi ber wan rojên li pêş minin in.

Lê ji bo dem ew jî dibêjîn paşê/ dû re/ li pê.

Ne niha ez ê werim ba te, paşê ez ê werim.

Ew kesên ku "paşerojê" bi wateya "vergangenheit" bi kar tînin, gotina "pêş" û ya "paş" di wan mînakan de, wisa şîrovedikin:

-pêşeroj: rojên li pêş (pêşiya) me ku hêj em ê wan bibînin.
-paşeroj: rojên li paş (paşiya) me, ku me ew li paş xwe hiştine.

Û Kurdên ku paşeroj bi wateya Zukunft bi kar tînin wisa şirove dikin :

Paşeroj = rojên ku em ê hîn bibînin.
Pêşeroj = rojên derbas bûne.

Ez nikarim bêjim ev ne raste lê ew bi awayekî din difikirin.

Ez jî ji rojavayê Kurdistanê me û em pêşeroj wek zukunft bi kar tînin.

Lê tiştek din jî balê min kişand, li Ferhenga Selah Sadellah "ferhenga Ingilîzî-Kurdî"
-Future (musteqbel): paşeroj, pêşdem.

Çima ew dibêje paşeroj= Future= pêşdem ?

Ma herdu peyvên "roj" û "dem" ne peyvên ji bo dem/zeman ê ne.
Çima ew dibêje paşeroj û nabêje paşdem ????

Ez dibînim ku yê herî baş ew e ku  Kurd peyvên "Ayend" ji bo Zukunft bi kar bînin, û "dema bihurî" jî ji bo Vergangenheit.

Ez hêvî dikim ku zimanê me were Standard kirin û em hêdî hêdî wek hev bifikirin.

Sipas Rûbar ji bo Linkên te şandine ew gelek başin.

Silav
Azad

--- Ende Zitat ---

Ev roja te baş, birayê hêja

ji berî hemî tişta bo şîroveya te gelek birayane supasya te dikim. Heker te rastî divêt, ji layekî ve ez di têgehiştin û şîrovekirina te ya peyva pêşerojê jî digehim. Xuya ye li ser evan her du peyvan, kurd hindî nûke negehiştine hevbîriyê, çinkî ya diyar e ku her du layen jî bi duristiya boçûna xwe bawer in. Heta vekolîner û ezmannasêt me di vî warî da bigehin rêkeftinekê, wesa ya diyar e ku dê gengeşî li ser wateya her du peyvka berdewam bin. Heker mirov ne ji sedî sed piştrast bitin, her wesa gengaz e her wekî te jî got, mirov peyveka dî ya hevwate bi kar bînitin. Bo nemûne "ayinde".

Hîvîdar im di zîtirîn demî da hemî zaravêt kurdî yêt şîrîn pitir berev êkbûnê biçin. Gelek supas bo te!

Silav û rêz

berfin:
@Rûbar und Azadrezgar

Bibore, Ihr Beiden, aber irgendwie läuft die Diskussion ein wenig an uns übrigen vorbei   :(  ???  :(  ???

Azadrezgar:

--- Zitat ---Hîvîdar im di zîtirîn demî da hemî zaravêt kurdî yêt şîrîn pitir berev êkbûnê biçin. Gelek supas bo te!
--- Ende Zitat ---


Sipas bo te jî Rûbar, ez jî hêvî dikim hemû zaravayên Kurdî hêdî bibin yek.


--- Zitat ---Bibore, Ihr Beiden, aber irgendwie läuft die Diskussion ein wenig an uns übrigen vorbei
--- Ende Zitat ---
         
Biborîne Berfîn dass wir bisschen vorbei geschrieben haben , aber diese wörter sind bisschen kompliziert und ich finde es gut das wir darüber diskutieren oder findest du nicht ?

Silav
Azad

berfin:
Naja, hevalê Azad, ich bin ein wenig hin und her gerissen. Klar ist es gut, zu diskutieren, aber viele verstehen es halt nicht.

Aber macht mal ruhig weiter  :)

Silav
Berfin

mafis:
Liebe Berfin,

natürlich ist es eine etwas mehr in die Tiefe gehende Diskussion. Leider gibt es einige Begriffe die nicht einheitlich benutzt werden, und oft kann ein Wort sehr unterschiedliche Bedeutungen haben. Im Norden des kurdischen Siedlungsgebietes hat dann zudem die Sprachpolitik eines Staates dazu geführt, dass das Kurdische zu einer Haus- und Hofsprache degenerierte.

Die Standardisierung des Kurmanci ist noch nicht abgeschlossen und ein laufender Prozess. Natürlich führt dies zu vielen Diskussionen innerhalb der Gemeinschaft. Es wird leider auch viel Unsinn publiziert (nämlich nicht von Fachleuten!), denen ich nicht den guten Willen absprechen möchte, die aber oft wenig Ahnung haben (von Sprachwissenschaft usw.).

Aber um es kurz zu machen: Der Artikel von nefel.com zeigt eindeutig, dass paÞeroj in der Bedeutung von Zukunft verwendet wird. Ich zitiere kurz aus dem Arikel:

Feqê Teyran di malika 223-yê ya »Şêxê Sen'an« de ya ji berhevkirina Rudenko ya ko Memo Yetkînî wergerandiye bo tîpên latînî û »Roja Nû« di 1986-ê de li Stokholmê weşandiye, dibêje:

Dê aşiqan meylek hebî
Guhdarê mehbûba xwe bî
Qet hayî ji paşrojê nebî
Li intîzara wesletê

Navigation

[0] Themen-Index

[*] Vorherige Sete

Zur normalen Ansicht wechseln