Tu Du Gotinên Kurdî Jî Fêr Bibûya
Xortekî Diyarbekrî ku baş ajnê nizanîbû ketibû cemê Dîclê û ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, boğiliyam! Kurtarin bogiliyam!… -Haho, ez difetisim, min xelas bikin! Haho ez fetisîm...-
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst, lê ji ber ku bi Tirkî nizanîbû jê fêm nekir ku çi dibêje. Berbê çû, pê da qîriya û got:
-Kuro çi “qurtar qurtara û bogilim bogilima te ye! Ez fêm nakim tu çi dibêjî. Ji dêlî Tirkî, tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî.
Zinarê Xamo
Rêker : Portala Celadet Alî Bedirxan