Autor Thema: Sersala we pîroz be!  (Gelesen 10300 mal)

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Sersala we pîroz be!
« am: 01. Januar 2009, 17:02:28 »
Wir möchte allen sehr danken, die hier Übersetzungswünsche hatten und allen, die Übersetzungen sehr gern, wenn es auch oft nicht sehr leicht war, aber doch sich große Mühe machten und übersetzten.

Berfîn, Rewşen, Xerîb, Firat, Ciwan, Rûbar und alle, die nicht mehr hier sind und aber Kurdis.net mit ihre Hilfe ermöglicht haben.

Gelekî memnûn, Vielen Dank, Çok teşekkürler

Sersala we pîroz be!

Saly ewa pîroz beit!

Sernewê sima pîroz bo!

Ein frohes neues Jahr!

Yeni yilimiz kotlu olsun!

A Happy New Year!


Silavên dilovanî, herzlichen Gruß, selamlar

Kurdis.Net Team
« Letzte Änderung: 05. Januar 2009, 01:38:04 von Hejaro »

xerib

  • Administrator
  • Sr. Member
  • *****
  • Beiträge: 452
  • şêr şêre, çi jine çi mêre
Re: Sersala we pîroz be!
« Antwort #1 am: 02. Januar 2009, 02:08:36 »
Auch ich möchte mich bei allen bedanken und wünsche euch einen guten Rutsch ins neue Jahr.

Möge es ein Jahr des Friedens werden. Ich wünsche euch alle gute Gesundheit und Ausdauer um die kurdische Sprache weiter zu vermitteln oder zu erlernen

 ;D frohes neues Jahr ;D godt nytår (DK) ;D good new year,  ;D sersala we pîrozbe ;D

Xwedê bikê hûn û malbatê xwe saleke bi xêr û xweşî derbas bikin.
Weke hemû caran ez silavên xwe ji we re dişînim

Xerîb

Rûbar

  • Full Member
  • ***
  • Beiträge: 158
Re: Sersala we pîroz be!
« Antwort #2 am: 02. Januar 2009, 11:53:16 »
Ez jî bi helkevta hatina sala 2009'an pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim. Hêvîdar im ku sala nû ji bo me hemiyan bibe saleke tijî bextewarî û tenduristiyê! Her wisan hêviya min ji sala nû ew e ku kurd di nêztirîn demê de bi gavên mezin û bi lez û bez ber bi mafên xwe yên xwezayî ve bimeşin. Bê azadî û aştî, jiyan her çendî xweş jî be, mirov bivê nevê, nikare xwe ji stûxwariyê bifilitîne. Ji ber vê hindê beriya her tiştî ji sala nû daxwaza min ev e.

Dîsan spasiyên xwe diyarî hemî xebatkarên vê malpera hêja dikim. Bi qasî ku we xebateke payebilind meşand, hûn herî kêm ew qas jî nirxdar in li ber dilê min. Ji bo sala nû hêvî dikim ku gelek kesên dî jî hembêza xwe ji vî zimanê şîrîn re vekin û xwe berdin gulistana zimanê kurdî. Her çendî ji destê min tête, ez dê dîsan bi hemî hêza xwe alîkariya we hêjayan bikim.

Li gel silavêt min

Rûbar

king-kurdo16

  • Jr. Member
  • **
  • Beiträge: 74
Re: Sersala we pîroz be!
« Antwort #3 am: 03. Januar 2009, 12:20:02 »
Hallo ,
ihr hilft wirklich sehrr viell ich hätte das sogar vllt nicht so viel übersetzt wen es eine italienische seite wäre wo man übersetzt  ;D.




byciwan

ali47

  • Gast
Re: Sersala we pîroz be!
« Antwort #4 am: 03. Januar 2009, 12:29:16 »
Slm leute,

“Serê salê binê salê, Xwedê bihêle mezinê malê”. Ji we re pir kevin hatibe jî ev hevok, ji folklora gelê me ye. Her wiha ji bo ku dibêje “serê salê, binê salê” jî balkêş e. Ji ber ku her çiqas ku her kes di pênoşiya sersalê de be jî, ‘binê salê’ dawiya salê jî hê didome. Baranên salên kevin dest ji me bernadin, ka binêrin; ne tenê porê me, mijangên me jî şil in. Dilê me hê bi pêtên Newrozê germ e bêhna lastîkên zarokên Amedê jî tê me hê… Ka binêrin, taveheyva sala ku em hatine dawiya wê, çawa hê li ser por û çavên me ye. Wekî ku heyvên îsal tevî ronahiyên xwe dabe çavên we, diçirisin ew. Û nûçeyên ku we guhdar an jî temaşe kirine an jî rojname, pirtûk û kovarên ku we xwendibe, an jî di dilê xwe de derbas kiribe; tev di govenda bablekanê de li derdora we diçin û tên.
Belê, em deriyê salek digirin (yan jî ew me dertîne derve û derî li me digire) û li deriyê saleke din didin, bi dilê xwe yê ku dîsa bûye wek berfînka çiyayê Mûnzûrê. Dê sala nû derî veke an na? Dê baskên hêviyên me yên hezarsale çêke û ew bigihîne asîmanê azadiyê? Dê lênûsa bextewariya me veke û me bigihîne hespê me yê ji bayê? Apê min ê dilovan kekê Nîzam aşiq û evîndarê hespan bû û ew gelek xweş xwedî dikirin, muzîkê bi wan dida guhdarkirin… Gelek jî çîrok û mîtosên li ser wan dizanîbû… Mînak: Hespek reş hebû wek bayê dilezand, hespê bayê bû. Sê ta mûyên xwe dida hezkiriyên xwe û gava serê wan biketa belayê wan her sê mûyê hespê di hev didan û hesp derdiket û ew rizgar dikirin)
Dê simbil vebin li mêrgên me û dîsa ku “Em nekevin bexçê yarê em ê bimrin, lê ku em bikevinê jî dê me bikujin?”
Saleke din jî weşiya ji dara demjimêra me, payîz çû, hat zivistan. Jixwe di sersalê de dîmenên berfê, kalê berfê, pelekên berfê, kuliyên berfê tên ber çavên me. Ango em gelek caran bi berfê salek diqedînin û dest bi salek din dikin ku berf; helbesta bêdengiya spî ye, carna jî kujerek spî ye. Belkî ku salan di despêka biharê dest pê bikira, çîrokên me yên salê germtir û xweştir bûna (Gerçî kurd jî di nav de gelek gel, salê bi Newrozê roja vejînê û destpêka biharê didin destpêkirin. Belkî tevî rojên me bi newaya bêdengiya nêrgizan derbas bûna. Dê hingê çivîkên me jî gelek bûna, ji ber ku çivîk bihar in jî… Lê, di destê me de bidawîbûn û destpêkek zivistanî heye, û divê ku mirov/ nivîskar gotinên xweş binivîse ji bo sersalê… Mixabin helbesta ku bûye stranek gelek xweş tê bîra min: “Dîsa zivistana sar e berfa spî hûr dibare / xemilandin deşt û zinar / kengê bixêr tu bêyî bihar /bihar xweş e çaxê gula / çaxê kulîlk û simbilan/ Newroz û ser sala dilan /kengê bixêr tu bêyî bihar”
Belê, destên me xwe digihîjînin hespên bayê, xaçeriyên nû derdikevin pêşiya me. Me dil heye ku nebaşî û nebesiyên sala çûyî neynin îsal û rê nedin refên gur û keftarên tewre tewre. Me dil heye ku îsal bigihîjin bircên nasnama çand, ziman, kesîtî û xeyalên xwe. Me dil heye îsal jî giyana “Newaya mitribê çengê / saqî heta kengê” bidûr nekevin û bigihîjin azadiya rojê û Kurdistanê.
Sersal pîroz be! Bila her tişt li gor bexçeyê we yê bextewariyê be! Sersal pîroz be, bila stranên xweş ji guhên we, dîmenê geş ji pêş çavê we û xeyalên xweş ji dilê we kêm nebin.
Serê salê, binê salê ji me re bîne pêkanîna xewn û xeyalê!

schöne grüße ali