Silav bo te birayê berkeftî!
Wek dilê te bivêt ewê peyvê bi kar bîne, bes da bo te bêjim ku ev şêweyê bikarînanê ne yê rast e. Heker te bivêtin tu dişêy xwe hindek li babetî hûr û kûr bikî. Bê goman paşî tu dê bînî, paşeroj bi duristî dihête çi wateyê.
Heker tu rê bidî min, ez hez dikim çiwar nivîsarêt girîng bo zelalkirina evê pirsyarê pêşniyarî te bikim. Ya êkê ji layê ezmannasê hêja Sidqiyê Hirorî hatiye dariştin. Tê da bi hûrgilî behsê wateya evan her du peyva dikit. Ya duwê jî ji hêla birêz Mistefa Reşîdî ve hatiye nivîsîn ku ew jî tê da berahiyê dîtina layengirêt bêjeya pêşerojê rave dikit û piştî hingê jî amaje pê dikit ku li dîv pergala zimanê kurdî guncavtirîn hevwateya bo ayindê anku demê bihêt, peyva paşeroj e. Her du nivîsar dişên di têgehiştina evan her du peyva da bibine harîkarî. Gotara sêyem ji kiça kurd e ku ew jî wekû zimannaseka naskirî dihête zanîn. Xwedanê gotara dûmahîkê jî rêzdar Deham Abdulfetah e. Ewî jî tê da gelek xal yêt rohnî kirîn. Lew evan hemiya bi dilniyahî pêşniyarî te û hemî xwînerêt dî dikim bi omîd û hîviya ku ev têkilheviye bihête zelalkirin.
Kerem ke:
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=62
http://peyam.eu/Kurdi/MR-Pasheroj-Pesheroj.pdf
http://www.pdk-xoybun.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=171
http://www.amude.net/evarbash/cand/deham.html
Li gel silavêt germ
Birayê we
Rojbaş Birayê hêja,
min ew gotarên ku te şandine xwendin, piştî xwendina wan tîştek balê min kişand ew jî ew e ku ( Wek Deham Abdulffetah nivisandî ) Kurdên li rojava û bakûr gotina pêşeroj ji bo musteqbel(erebî)/ zukunft bi kar tînin, û Kurdên rojhuilat û başûr jî gotina paşeroj.
Ji ber ku birêz Abdulfetah zelal kiribû çima ew kesên ku gotina paşeroj ji bo zukunft bi kar tînin, ez nikarim bêjim ew ne mafdar in yan jî şaş difikirin.
Wek te dît peyvên paş û pêş bi nîrên cihekî yan jî demî tê bi kar anîn.
-Kurdên ku pêşeroj ji bo zukunft bi kar tînin wisa difikirin(Wek Mistefa Reşid gelek baş ji me re zelal kiriye) :
Gava mirovek rawestiyayî be yan jî rûniştî be, hîngê em bi aliyê ku ew temaşe dike re “pêşiya wî”
dibêjin, yanê ew aliyê ku ew mirov dibîne, bêyî ku serê xwe bi aliyê çepê yan jî aliyê rastê de
bade. Ev alî, li gor rawestandina fîzîkî ya wî mirovî, aliyê “pêş” e. Ew aliyê din yê ku ew nabîne,
em jêre aliyê “paş” dibêjin.
Mirov berê xwe ber bi Pêşeroj/zukunft de ye lê ber bi paşeroj de ye ? Ez bawer dikim ber bi Zukunft de ye.
Ji ber wê ew peyvê "pêş" wek nîrek cihekî bi kar tînin, û dibêjin pêşeroja me.
Mizgeft li pêş mala min e, yanê ez mizgeftê dibînim.
Û di " pêş + roj" de jî wisa ye berê min bi ber wan rojên li pêş minin in.
Lê ji bo dem ew jî dibêjîn paşê/ dû re/ li pê.
Ne niha ez ê werim ba te, paşê ez ê werim.
Ew kesên ku "paşerojê" bi wateya "vergangenheit" bi kar tînin, gotina "pêş" û ya "paş" di wan mînakan de, wisa şîrovedikin:
-pêşeroj: rojên li pêş (pêşiya) me ku hêj em ê wan bibînin.
-paşeroj: rojên li paş (paşiya) me, ku me ew li paş xwe hiştine.
Û Kurdên ku paşeroj bi wateya Zukunft bi kar tînin wisa şirove dikin :
Paşeroj = rojên ku em ê hîn bibînin.
Pêşeroj = rojên derbas bûne.
Ez nikarim bêjim ev ne raste lê ew bi awayekî din difikirin.
Ez jî ji rojavayê Kurdistanê me û em pêşeroj wek zukunft bi kar tînin.
Lê tiştek din jî balê min kişand, li Ferhenga Selah Sadellah "ferhenga Ingilîzî-Kurdî"
-Future (musteqbel): paşeroj, pêşdem.
Çima ew dibêje paşe
roj= Future= pêş
dem ?
Ma herdu peyvên "roj" û "dem" ne peyvên ji bo dem/zeman ê ne.
Çima ew dibêje paşeroj û nabêje paşdem
?
Ez dibînim ku yê herî baş ew e ku Kurd peyvên "Ayend" ji bo Zukunft bi kar bînin, û "dema bihurî" jî ji bo Vergangenheit.
Ez hêvî dikim ku zimanê me were Standard kirin û em hêdî hêdî wek hev bifikirin.
Sipas Rûbar ji bo Linkên te şandine ew gelek başin.
Silav
Azad