Slm leute,
“Serê salê binê salê, Xwedê bihêle mezinê malê”. Ji we re pir kevin hatibe jî ev hevok, ji folklora gelê me ye. Her wiha ji bo ku dibêje “serê salê, binê salê” jî balkêş e. Ji ber ku her çiqas ku her kes di pênoşiya sersalê de be jî, ‘binê salê’ dawiya salê jî hê didome. Baranên salên kevin dest ji me bernadin, ka binêrin; ne tenê porê me, mijangên me jî şil in. Dilê me hê bi pêtên Newrozê germ e bêhna lastîkên zarokên Amedê jî tê me hê… Ka binêrin, taveheyva sala ku em hatine dawiya wê, çawa hê li ser por û çavên me ye. Wekî ku heyvên îsal tevî ronahiyên xwe dabe çavên we, diçirisin ew. Û nûçeyên ku we guhdar an jî temaşe kirine an jî rojname, pirtûk û kovarên ku we xwendibe, an jî di dilê xwe de derbas kiribe; tev di govenda bablekanê de li derdora we diçin û tên.
Belê, em deriyê salek digirin (yan jî ew me dertîne derve û derî li me digire) û li deriyê saleke din didin, bi dilê xwe yê ku dîsa bûye wek berfînka çiyayê Mûnzûrê. Dê sala nû derî veke an na? Dê baskên hêviyên me yên hezarsale çêke û ew bigihîne asîmanê azadiyê? Dê lênûsa bextewariya me veke û me bigihîne hespê me yê ji bayê? Apê min ê dilovan kekê Nîzam aşiq û evîndarê hespan bû û ew gelek xweş xwedî dikirin, muzîkê bi wan dida guhdarkirin… Gelek jî çîrok û mîtosên li ser wan dizanîbû… Mînak: Hespek reş hebû wek bayê dilezand, hespê bayê bû. Sê ta mûyên xwe dida hezkiriyên xwe û gava serê wan biketa belayê wan her sê mûyê hespê di hev didan û hesp derdiket û ew rizgar dikirin)
Dê simbil vebin li mêrgên me û dîsa ku “Em nekevin bexçê yarê em ê bimrin, lê ku em bikevinê jî dê me bikujin?”
Saleke din jî weşiya ji dara demjimêra me, payîz çû, hat zivistan. Jixwe di sersalê de dîmenên berfê, kalê berfê, pelekên berfê, kuliyên berfê tên ber çavên me. Ango em gelek caran bi berfê salek diqedînin û dest bi salek din dikin ku berf; helbesta bêdengiya spî ye, carna jî kujerek spî ye. Belkî ku salan di despêka biharê dest pê bikira, çîrokên me yên salê germtir û xweştir bûna (Gerçî kurd jî di nav de gelek gel, salê bi Newrozê roja vejînê û destpêka biharê didin destpêkirin. Belkî tevî rojên me bi newaya bêdengiya nêrgizan derbas bûna. Dê hingê çivîkên me jî gelek bûna, ji ber ku çivîk bihar in jî… Lê, di destê me de bidawîbûn û destpêkek zivistanî heye, û divê ku mirov/ nivîskar gotinên xweş binivîse ji bo sersalê… Mixabin helbesta ku bûye stranek gelek xweş tê bîra min: “Dîsa zivistana sar e berfa spî hûr dibare / xemilandin deşt û zinar / kengê bixêr tu bêyî bihar /bihar xweş e çaxê gula / çaxê kulîlk û simbilan/ Newroz û ser sala dilan /kengê bixêr tu bêyî bihar”
Belê, destên me xwe digihîjînin hespên bayê, xaçeriyên nû derdikevin pêşiya me. Me dil heye ku nebaşî û nebesiyên sala çûyî neynin îsal û rê nedin refên gur û keftarên tewre tewre. Me dil heye ku îsal bigihîjin bircên nasnama çand, ziman, kesîtî û xeyalên xwe. Me dil heye îsal jî giyana “Newaya mitribê çengê / saqî heta kengê” bidûr nekevin û bigihîjin azadiya rojê û Kurdistanê.
Sersal pîroz be! Bila her tişt li gor bexçeyê we yê bextewariyê be! Sersal pîroz be, bila stranên xweş ji guhên we, dîmenê geş ji pêş çavê we û xeyalên xweş ji dilê we kêm nebin.
Serê salê, binê salê ji me re bîne pêkanîna xewn û xeyalê!
schöne grüße ali