Xortek hebûye... xortekî wêrek û dîlawer bûye, lewma her kesî hez jê kiriye.
Rojeka ji rêzê bûye, xortê me ketiye nav nivînan û wek her demê di xew re çûye û niviye. Roja dî ji xewa xwe hişyar bûye, rabûye ser xwe, derketiye ber derî û bi balkêşî li dora xwe nêriye... di wê gavê da pê hesiyaye ku guherîneka mezin çêbûye, rojeka nû dest pê kiriye, biharê xemla xwe li hemî gund û bajaran, li tevahiya deşt û zozanan, li çiya û newalan, bi kurtî li hemî deverêt welatî raxistiye. Gul û sosin, nêrgîz û rihan hêşîn bûne û hemî spehîtiya xwe pêşkêşî gundî û bajariyan kirine...
Xortê me berdewam li der û dora xwe nêriye û dîtiye ku keç û xort hemî li hev kom bûne, destêt êk girtine û dest bi govendê kirine... di wê bîskê da awazeka xweş bi guhê xortê me ketiye. Xortê me yê hêja çavêt xwe li gulistaneka ser girekê gerandine, va ye... bilbil jî civîne, hatine ku awazêt xweş bixwînin û bi vî şêweyî dilşadiya xwe bi cîhanê bidin zanîn.... hemî tiştan gelek bala xortê me yê ciwan kişandiye... li xwe mikûr hatiye ku divê evro rojeka taybet be... ji nişkê ve wek birûskeka ku ji ezmanê dakeve hatiye bîra wî ku.... EVRO NEWROZ E, DÎLAN Û ŞADÎ YE, GEŞT Û SEYRAN E, KÊF Û XWEŞÎ YE...
Bi vî awayî ez jî Newroza we hemiyan ji hemî dilê xwe pîroz dikim û hêvî dikim ku gelê kurd di nêztirîn demê da ji rewşa xwe ya şerpeze bifilite û bi gavêt mezin ber bi rojêt xweş û geş ve biçe. Her wisan hêvîdar im ku hûn vê Newrozê bi kêfxweşî bibihurînin.
Bimînin di nav xêr û xweşiyê da û her sax bin!
Zor spas!