Autor Thema: Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên II  (Gelesen 5341 mal)

mafis

  • Full Member
  • ***
  • Beiträge: 131
Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên II
« am: 19. April 2010, 10:44:54 »
Anîzaz – Ji gotina ermenkî anîsvas e, ku tê maneya:
a) nifirlêkirî, naletlêkirî;
b) nesitirî, nerehet, xwedêjêsitendî.
Di ermenkî de sîstêma sewtên bêdeng yên sêrêz–sêderece heye, wek dz, ds, ss.
Ango, gotina ermenkî anîsvas gerekê di kurdî de cûrê anîzaz bistenda.
Andêr – Ev gotina ermenkî, ku tê maneya “bêxweyî” (an+têr), di kurmancî de jî bi
eynî maneyê tê bikaranînê.
Antêx – Agirê tendûrê yê sincirî. Ji ermenkî derbazî nava kurmancî bûye.
Axçîk – Keçik, keç.
Axpîn – Ji gotina ermenkî axb, ku tê maneya gemar.
Bîbik – Di ermenkî de bîb e û bi maneya bîbik e. Di kurmancî de bîbik e, di soranî
de bîbîle ye û tê maneya reşika çavan.
Poşe – Ev gotina ermenkî tê maneya cengene (çengene), mitrib (mirtiv). Gotineke
kurdî ya pêşiyan jî heye: ”Poşe nabe paşe”.
Dêz – Yan jî ”cêz” li gelek herêmên Kurdistanê dewsa gotina kurdî lod bi kar tînin.
Çortan – Ji gotinên ermenkî çor û tan hatiye, ku tên maneya hişk û dew. Bi kurdî
keşk e.
Çêrmûk – Di ermenkî de cêrmûk e û tê maneya çavkaniya ava germ, ava medenî.
Ji gotina ermenkî cêrm hatiye, ku tê maneya germ.
Çîrt – Di ermenkî de tsîrt e û tê maneya zîrça (gûyê) mirîşkan, an jî çivîkan, teyr û
tûyan.
Gizîk (ji gotina ermenkî ktsîk).
Di ermenkî û kurmancî de tê maneya gilok (giloka têlan).
Horîk /xorîk – Di ermenkî de tê maneya cot. Kurmancîaxêvên çend warên
Kurdistana Bakur û Ermenîstanê jî vê gotinê bi kar tînin. Ev gotin di kurmancî de
ji bo herdu gayên pêşîn yên kotanê dibêjin. Di gotineke pêşiyan de: ”Ne dixwim
virîka we, ne diajom horîka we”.
Kêran – Ji gotina ermenkî gêran hatiye, ku tê maneya darê birî yê bê belg (pel) û
çiqil. Piranî di avakirina xaniyan de tê bikaranînê, banê (arîk) xaniyan pê ava dikin.
Ev gotin di herdu zimanan de jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.
Kêrr – Di ermenkî û kurmancî de tê maneya xwar, tewandî, wek kevanê. ”Nukulê
teyr kêrr e”.
Kirçom – qirçon: Ji gotina ermenkî krtsonk hatiye, ku tê maneya bermayên
hestûyên kotî. Ev gotin jî ji krtsêla ermenkî tê, ku tê maneya kotin, geztin.
Koşkar – Di ermenkî de koşkakar e û tê maneya soldirû. Ji gotinên ermenkî koşîk
û kar tê. Koşîk tê maneya “sol“, kar jî “dirûn“. Herdu gotin bi hev re bûne
koşkakar (koşîk + kar).
Kartu – Ji gotina ermenkî kartû hatiye, ku tê maneya nanê ku çend rojan maye û
hişk bûye, lê hela kefikî nebûye.
Kirdnak – Di ermenkî de girdinak e. Li vir jî herfa ermenkî g di kurdî de bûye k,
wek gêran–kêran û gêrandî–kêlendî. Ev gotin di herdu zimanan de jî tê eynî
maneyê.
Merek – Ji gotina ermenkî marag e, ku tê maneya kîlera gîha û kayê, ardûyê
şewatê. Bi kurdî jê re kadîn jî dibêjin.
Pûrt – Ji gotina ermenkî bûrd çêbûye. Di ermenkî de ev gotin tê maneya hirî. Di
kurmancî de jî li hinek ciyan dewsa gotina hiriyê tê bikaranînê. Wek nimûne: pûrta
devê, pûrta mirîşkan (“Ezê te pûrte vekim“, ango “Ezê te birûçkînim“).
Boç(ik) – Ev gotina ermenkî bi eynî maneyê di kurmancî û zazakî de jî heye. Bi
kurdî “dûv“,“dêl“ jî dibêjin.
Savar –Ji gotina ermenkî dzavar hatiye. Dzavar genimê kutayî ye. Gava dzavara
ermenkî bibe xwerin, bi kurdî jê re savar dibêjin.
Tixa – Kur, kurik
Xaç – Xaça xaçparêzan e, ango xaça Îsa Pêxember e. Ev gotin ji ermenkî ketiye
zimanên farisî û tirkî jî.
Xapandin – Ji gotina ermenkî xabêl e. Di kurdî de gotinên xapînok, xapok jî hene,
ku di herdu zimanan de jî tê eynî maneyê.