Autor Thema: Siwan Perver - Hesenîko [DRiNGEND] Danke im vorraus :)  (Gelesen 9052 mal)

Dilo21

  • Full Member
  • ***
  • Beiträge: 138
Siwan Perver - Hesenîko [DRiNGEND] Danke im vorraus :)
« am: 02. Januar 2010, 23:07:10 »
Hesenîko û Asê
Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê.
Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê…
Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
Wez kefîla heqê te me hoyê…
 Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê… De lê lê wî Asê…
Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê…
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê…
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê…
 Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê… De lê lê wî Heseno…
Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê…
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê…
 Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê…
Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê… De lê lê wî çi bike Asê

Dilo21

  • Full Member
  • ***
  • Beiträge: 138
Re:Siwan Perver - Hesenîko [DRiNGEND] Danke im vorraus :)
« Antwort #1 am: 07. Januar 2010, 23:08:50 »
:(
Danke Leute
Aber ich muss euch rechte geben ist viel zu viel arbeit ne :)