Kurdisch lernen - Kurmancî / Soranî / Zazakî

Deutsch-Kurdisches Sprachforum / Zazakî - Soranî - Kurmancî => Literatur und Musik => Thema gestartet von: Hejaro am 29. September 2005, 15:05:54

Titel: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 29. September 2005, 15:05:54
Teşqele, Meşqele!

Silav û hirmet ji Dengê Mezopotamya û Bernama Teþqele re!

Birayê hêja, min gelek caran guhdarî Dengê te û Bernama te kirîye û Bernama te bi rastî kenê min tîne, sipas.
Bes Bernama îro nîv seat tinê bes teşqele, meşqele, xweşqele û her wisa berdewam bike...
Ma ev çi teşqele meşqele ye, Bira anjî Heval anjî ez nizan im çi bêj im, bi Xwidê te ez gêj kirim, lo.
Yan dinjî Kemançem, Memançe, anjî te navê Newrozê êxist, Nevruz anjî Newroz anjî Nuroj ma ev çîye, de bila navê Newrozê hema Nevruz bi, mane em dizan in, biraderên me Tirko eve ser 80 salan re ye, her Newroz pîroz dikirin û Kurdan ev qedexe kirî bû. Ma ez ne rast dibêj im. Ez nizan im, te ez dîn û har kirim, belkî wekî gotinên te jî be, ez nizan im.
Raste, min ji li Forumekê xwend, ko Tirkan qet Kurd ne êxistibûn di nav Newrozê anjî Nevruzê de. Gotibûn, ev Nevruza me Tirkan, Tirkisten, Türkmenistan, Kazaxistan, Pakistan, nizan im Mongolistan, çûlistan wisa kirîbûn xwedîyê Newrozê. Lê baþ tête bîra, wextê ez hê Zarok, me dixwest em Newrozê anjî Newruzê pîroz bikin, leþker anjî kerên Tirkan berdidan me û em direvîyan. Aha ev Newroz bû, ma Newruz hebû!
Weke din jî hevalê hêja, te xwest, ko tu stiranek ya kemançê bêjî! te jî hema got maþille, maşille, maşille, ma ev bî, ma maşille Stirane?
Piþre jî Te hema bi Tirkî got û axiftî, aha ev hê xweştir bû. Ma bila hema Dengê Mezopotamya jî bi Tirkî be, ma jiber çi Mezopotamya heval, hewe Mezopotamya jî kir ya xwe. Ma ka hewe çi ji Tirkan re hêla. Mane ew jî guneh in. Berê te bes bi zimanê ka ma ez çewa bêj im, bi zimanê Terrorîstan diaxift, bes niha baþ bû, ko tirkî jî te êxist nav henekên xwe, heval. De siheta te xweþ be, ma ka ez çi bêj im. Bes min tiştek fêhm nekir, heger te fêhm kir, ez jî hingê wê fêhm bikim. Ma ne wisaye, heval? ma ez ne rast dibêj im? Deka bêjê, çima Deng nakî, ma tu xewdeyî? Deka bese, lo, ez dê her im.
Ev çi teşqele, meşqele ye? Babo, Dayê, jiber Nevruz jî bûye ya Tirkan, hemî teşqele, meşqele, tirkbele, menqele, de bila wisa be, qene tu jî min fêhm nekî, heval!
Hema tu jî bes li kemançê dixî û Stirana maşille dibêjî, heval! De jiqeneve hêdî li kemança xwe bixe, qene ez anjî guhdar fêhm bikin, kemançe çi dixwaze? Hema Tu jî dikî xirt, xirt, xirt bi kemança xwe, ma ev kemançeye? De ka were, ezê kemança xwe bidim e te, heval.
Papxwidê henekên te dibin geneg, hevalê hêja. Ma ez ne rast dibêj im? Em hêdî nikar in guhdarî Dengê Mezopotamya anjî Tirkotamya bikin, ma ev bî, Heval?
Ez nizan im, ma ev jî qet hewceye, na ev ne heweceye, heger tu bêjî hewecey, debila wekî te be û bila hewece be. Ma ez çi bêj im, heval?

Gekelî sipas, ji bernama Teşqele re, gelekî bi keyfa min û herweha berdewam bike. Her serkeftin jibona te û Dengê Mezopotamya.
Sipas, silav û rêz
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro_Silopi am 30. Januar 2006, 11:00:37
Silav heval, xwişk û birayên hêja, ;)
ma min kenê hewe ne anî, ku hun na kenin? :'(
Gelekî sipas


Hallo, ihr Lieben, ;)
habe ich euch nicht zum Lachen bringen können, dass keine von euch lacht :'(
Vielen Dank
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 06. April 2006, 01:12:32
Silav û rêz hevalno
Min di xwest ku ez bi kenim lê mixaben min tistek fehm nekir ku ez bi kenim :(
Lê dîsa gelek sipas bo te hevale heja ku te êw zahmetî deye xwe û jibo em bi kenin te ê nivîs kirîye.
Gelek sipas dem bash!


Hi, freunde
Ich wollte gerne lachen aber leider ich habe nichts verstanden das ich darüberlachen kann :(
Aber trotzt dem vielen dank das du dir soo ein mühe geben hast um uns zum lachen zu bringen.
Vielen dank byeeeee

 
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 06. April 2006, 16:13:10
Bi xêr hatî û gelekî sipas hevala hêja,

rast dibêjî, min ev Pêkenîn nivîsan, bes kenê min û xwe jî bi vê Pêkenokê nehat. Belkî ez nizan im Pêkenokan binivîs im. ;D
Dîsan jî sipas ku te xwendîye û kurdîya te gelekî hêjaye ;)


Hallo, herzlich Willkommen und ich bedanke mich bei dir,

es ist richtig was du sagst; ich habe selbst den Witz geschrieben, aber konnte leider auch nicht darüber lachen. Der Grund ist, weil ich keine Witze schreiben kann. ;)
Trotzdem danke ich dir, weil du den Text gelesen hast und gut kurdisch schreiben kannst.

Bis bald
Heta cara bêt

Sipas
Danke
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 08. April 2006, 02:30:25
Silav û rêz bo we tewa!

Ez ji yeke ji were binivisim ku hûn jî bikenen hevîdarim wê xweshîye wê bê.


Yek hebû li ser darê ke bû dar ji bin xweve di birî (qut dikir) yekî dî hat û got jere kuro te bikeve tu darê binxwere di bire (qut dike) e ser dare got ji e dîre yao ma tu ji ku zanê eze bi kevim, gave dare bin xwere birî merik ket arde got wey welah wî zanî û eze bi kevim niha zanê eze kengî bimrim.
Bazde chû chem û got jere yao te zanî bû eze bi kevim welah niha tu zanê eze kengî bimrim, e dî jere got de hero looo ji xwe karekî min tune ez jitere bejim te kengî bi mire e ji dare de ketibû got welah ez te bernadim heye ku tu ji minre nebeje ke eze kengî b mirim e dî meyîzand yek hemeqîye got temam eze bejim jere got kengî kere te se tir kirin te wî chaxî bi mire. Welah  rabû e ji darede ketbû bare kere xwe le kir û chû rabû gihe kashekî welah kere wî da kesh tirek kir merik got welah rihe min giha kaba min ker hinek dî chû tirek dî kir merik got welah rihe min hat newqa min  ker kash xilaskir  û tirek dî kir merik xwe avet arde û got welah ez mirim. Bare kere hingî giran bû hineki li dor merik chû hat ker ji betilî û di bin bare xwede ket bû ber sheve gur hatîn kere wî xwaren merik di got welah gurno hûn zanen ku ez mirime hûn ten goste kere min di xwen merive wî goten ew mer nehat chibû ye je chûn lê gerîyen meyizandin ku merik li arde xwe direj kirîye merive wî jere  di bejen kuro chima tu li ardeye û gura goshte kere te xwarine got welah ez mirima û gura zanî bû hatin goshte kere min xweren.




sipas û dem wê xwesh bêt
danke bist zu nächsten mal
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 03. Mai 2006, 19:08:10
Silav Eoven,

bi rastî heneka te gelekî hêjaye. Kenê min bi zêdebûn anî. ;) Em dizanin çîrok û metelokên Kurdan gelekî xweş in û hêja ne. Henekên Kurdan bi awayek wisa tête gotin, ku mirov carna bawer dike, Kurd aqilê wan ne li serê wane û tiştekê ji cîhanê fêm nakin, heger mirov gotin û henekên Kurdan bixwîne û baş fêm bike.

Gelekî sipas jibona heneka te ya hêja ;D
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 27. Mai 2006, 01:28:05
silav hêja hejaro sipas jibo te pekenoka min xwend .
Brastî kurd di chand, hûner,chwak û dîroke de gelek peshketî ne lê mixaben li wan zengînîya chand, hûner û dîroka xwe xwedî dernakevin. Ez hevîdarim ku kurd fehm biken ku be wan tiste min goten we kurd bi ber mirine de herin jibo we lazime em wan tiste xwesh bi parezen hû chanda xwe jibo pesheroja zaroken xwe bedin ziman ku chand, hûner û diroka xwe wek mîraseke jibo zaroken xwe be helin. Ez hevîdarim ku em te bigehijin ku chand, hûner,chiwak,dirok, ziman û her tiste bi kurdî te giredan biparezin û zaneben ew zengînîk me kurda ye. Lê mixaben derde kurda xilas naben eze pekenoke we dî binivîsim de ku hûn hinek dî beken û je serud begrin.




Sê insan hebûn yek kor,yek kulek û yek din li ser shahare dimeshiyan trambelek hat li e din da û rewiya e kulek got hedî eze pey trambele bazdim e kor got ka bisekne loo min nemra pelaqa we girtiya.
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Derya_ am 27. Mai 2006, 20:44:40
Eoven,
bi rastî mirov ji pêkenoka te ji kena lal dibe  ;D
Birayê Hejaro, ya te jî esas ne xerab bû...hindik mabû ez bikenama :)

Vay hûn karin çend pêkenokê din ji bixwînen:

   
1.ÇEND SALÎ YE...
Hakim ji jinika şahid dipirse: Tu çend salî yî?
Jinik: 28 sal û çend meh!
Hakim:  Yanê çawa çend meh?
Jinik:  Yanê ez 28 sal û 115 mehî me! ;D


2. Atatirk bavê kê ye
Tirk, li dibistan, bizgeft, qişleyên eskeriyê û li her derî dibêjin, ku "Atatirk", bavê me Tirkan e.
Ji xwe mana "Atatirk", bi xwe kaletirk e, yanî Bavê Tirkan e.
Dîsa rojekê li eskeriyê, qumandarek li ser Atatirk ders dide eskeran. Ew ji Kurdekî esker dipirse : "Ka bêje Atarik kî ye?"
Yê Kurd dibêje : "Welle, min ne ew dîtiye  ne jî nas dikim."
Li ser van coinan, qumandar dîn dibe. Kurd dide ber sîle û pênan. Ji Tirkên Konyayê eskerek heye û navê wi Ahmet e. Qumandar vê carê ji wî dipirse : "Ahmet kurê min, Atatirk kî ye?"
Ahmet radibe pîyan, xwe dide hevdu û bi şêlekê eskerî : "Atatirk bavê me ye, qumandanê min !" Kêfa qumandar tê. Ew, bi hêrs jiyê Kurd dipirse : "Ka tu hîn bûyî Atatirk kî ye ?"
Kurd bi eskerkî radibe û bersiv dide : "Atatirk bavê Ahmet ye, qumandarê min." :)
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 29. Mai 2006, 22:22:52
Hevala hêja Eoven û xwîşka hêja Derya, gelekî sipas û silavên min yên dilovanî ji hewe re hene,

ev gotin û agahîyên te liser me Kurdan anî her rast û diristin. Em Kurd jî dikarin wekî hemî miletên cîhanê bixwînin, binivîsin, stiran, çîrok, pêkenok û tiştên xweşik û delal binivîsin, bes wisaye û em hemî jî dizanin jiver çîye, em Kurd xwe nadin van karan re û her li rihetîya xwe mêze dikin û bêxîret in, heger mesele hat zimanê me yê Dayîkê û Zikmakî.

Ev heleb ji me jî sebebîyat hene, lê bes sebeba mezin heta îrojî dijminê me yê xwînxwar in û li serê me wisa anîne, gelek ji me biçin ji cîhanê jî derkevin, livir jî tirkî bikar tînin heta bi zarokên xwe re jî tirkî diaxivin, şuna ku zimanê xwe yê Dayîkaê fêrî zarokên xwe bikin.

Lê ev jî ji ne xwendina me ya ne xwendina Kurdî ye û me tucarî bi zimanê xwe xwendin ne kirin e û her bi zimanê dijim xwendîya, heger ev şans ketibe testên me Kurdan.

Bes bi rastî gelek caran qirik anjî gewrîya min bi me Kurdan ve ziha dibe û bes dîsan jî, heger min berê xwe ji wan zivirand, ev dîsan tirkî diaxivin.

Ev heneka min ya îro bî. ;D

Zitat
Eoven,
bi rastî mirov ji pêkenoka te ji kena lal dibe 

Xwiha Derya rast dibêje, wextî ez rabîm û min di cih de dawet kirî, hevala hêja, Eoven. ;) ;D

Zitat
Eoven,
bi rastî mirov ji pêkenoka te ji kena lal dibe 

Xwiha Derya, de ev jî ne xirabe, heger wextê tu bikenîya. ;) Gelekî sipas, ku jibo ne kenandina te, lê ev cara were bi xêra xwe bikene, qene ez jî carek din bizan im Pêkenokek xweşik ji hewe herdu yan û Xwîşk û Hevalên din re jî pêşkêş bikim. :)

Sipas, ku hun zehmet didin xwe û bi zimanê Dayîka xwe dinivîsin
Silavên dilovanî


Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 29. Mai 2006, 22:36:47
Gelekî sipas, hevala Eoven û xwiha Derya,

ev cara were, ezê bi Pêkenokên hewe yên hewe nivîsandî biken im. ;D ma ev ne baş e. ;)

Silavên dilovanî
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 30. Mai 2006, 00:22:31
Pontûs û montûs

 Li paytextê Yûnanîstanê, li Atînayê, Komeleyên Pontûs, sîyasetmedar û berdevkên sazîyên demokratîk bi minasebeta komkujîya Pontûsa, dewleta Tirk şermezar kirin û ala Tirk şewitandin, qetandin û çirandin. Çapemenîya Tirk dibêje: Way alçaklar way! Way xaînler, way boluculer way, bayraximizi yaxtîler! Ê babo madem bayraxinî yaxmax îstemîsen, rengînî degiştir wey! Meselen kesk û sor û zer, spî û gewher yap! Ma zordir!?

Deka bikenin ;D
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 30. Mai 2006, 10:47:46
silav her bijî kekê hejaro û xushka derya ;D :D ;D


Brastî wechare pekenoka te xwesh bû hahahahahahahahahaha te zane wek xalke riha ye tirkiya li wir hati bikara anîn gelek xalke amedî jî wisa bitirki diaxven lê brastî peshniyare bash bû ku dane tirka ala xwe bikin kesk,sor,zer û sipî ma ji wan renga xweshiktir chi heya.

Xushka derya gelek sipas bo wan pekenoke te ye ciwan ez hevîdarim hûne her wisa beshdar ben û bi kurdîya sherîn nivis kin, ez bixwe ji gelek haz dikim pekenoka bixwînem.

gelek sipas bo we ku hûn li wir zahmetîye dikshinen û jibo em bekenin pekenoka dinivisînen her bijî
serkeftin bo we û gele kurd heya cherak din bimînen di xer û xweshiye da byeeeeeeee!!!!
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 14. Juni 2006, 23:00:25
Silav û her dem   wexte we bash!!

Hevalno chima kesek ji we  hew beshdar dibe li malpera pekenoka
Ma kurde me hew zaninen heneka bikin?? Naxwe eze yek din bejim ku hinek fikre we chebibe ku hûn ji jibo em ji bikenin :D





Dû mêr hebûn chûne chinete eze wan li wir bi a û b binav bikim. A: got  B: wa em hatin chinete ka em chi ji bo ku em bixwen bejin wa B:got A: ku pîvazek hebana hinek nan û tûsek xwê gelek xwesh be.
Duvre B:pirs ji A: kir  got te chi bixwaze?A got kuro lawo te hemutist xwestin  ma te chi ji minre hîst. :D ;D



   dem û wexte we tewa bash be
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 17. Juni 2006, 11:39:15
Silav û hirmet, xwîşka Eoven,

dîsan gelekî bi xêr hatî. ;) Bi rastî çîroka te ya pîvazê geleî xweş û hêjaye. ;) Incek dilê mêrê Kurd here pîvazê, ma ne raste xwîşka Eoven û Derya. ;D Bi rastî min hê ev çîrok seh ne kirî bû. Wextî ez jî kenan dîn bûyîm. :D ;D

Niha wextê min kême, bes ez di zude bersiva te didim, xwîşka hêja Eoven. ;)

Sipas û silavên dilovanî û her bijît Xwîşkê
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 22. August 2006, 12:21:09
Silav û rez bo hevalen ku li ve malpera pêkenokan beshdar dibin dem û wexte we bash


Her biji bo we ku hûn beshdar dibin le mixaben hîn jî kemasîye we hene ku hun pêkenokan nanivîsîn ez bi weya xemgînim ku wulqas pêkenok û meteloke me hene kesek li wan xwedî dernakeve :(
Le dîsa xem tune eze hineka jio were binivîsim!




Roke yekî cohtkar hebu li ber pîvazen bû  diber wî re yekî ser leshker cu e ser leshker je pirsî tu li wira cidike ew cohtkar tirsa got  wela ku ez hinek qedre wî negrim we min bigre û bike nizarete û li min bixe  cohtkar  jî jibo wi nebe nezarete got wîna bi tirkîya xwe ya xerabe komitanim ma sen bog buxwe e ser leshker got te got :o ciiiiii????? bog rabu tera wî leda duvre got tu cawe wisa ji minre dibeje cohtkar got wala komitanim min tishtek xerab ne got li bame dibejin van korate pivaza bog min nizanibu bi tirkî bog guye.



wela ica ew ji kencîya meriv te ku hurmete dide  ser leskere tirkan tewww:)



dem û wexte we xwesh û geshben her bi ken û shabîn byeeee
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 27. August 2006, 19:54:35
Silav û hirmet, hevalê Eoven û hevalên din hemî,

Bi rastî min bêrîya te kirî bû, ku bejna te ji mejde xûya nedikir! Ka ma tu kîveyî, lo?

Ev gotinên tu dibêjî bi rastî hemî jî wekî her carî rast û diristin. Ez bawer dikim, ne nivîsandin û terkexemîya me ji terkexemî û nezanîya me tê halê, ku wekî li hemî Malperên me yên Kurdan, livir jî em li Pêkenok û Metelokên xweyî dernakevin. Xwezî ne wisabîya, lê ka ez û tu û xwiha Derya û di anjî sê kes wê çibikin?
Bes ez dîsan jî dibêj im, evqasî em dikin dîsan jî başe û ji tinebûn çêtir e. An ne? Eve pênc salin ez di Internet û li hemî deran dikim qêrîn û gazîn, lê ji te û xwia Derya û çend kesên din ve Dengê min seh nekirine.
Bes ez sipasî te û Xwidê dikim, ku Kurd û mirovên wekî te zana û serhatî di nav me Kurden de hene. Heta mirovên wekî te hebin, dijimên me serê xwe jî bixwin wê nikaribin me Kurdan hinda bikin.

Bes ez naxwaz im gelek dirêj bikim û dixwaz im ji te û Xwîşk, Heval û Biran re Pêkenokekî binivîs im. ;) Bes ne min û xwe nivîsandî ye. ;D
   
MA HIŞÊ WÎ HEBÎYA..!

Gundî hemû li dorê yekî wekî dîndar civîyabûn. Wî jî her li erebanê dixist û digot:
- Hê Allah hê!
Selawat li nebî Muhemmed hê hê!
Carê rabû liser pê û li dora xwe dizivirî anjî zîz bû. Bi zîzbûnê re, him li erebana xwe dixist, ji alîkî de jî qesîde digot.
Ji gundîyan yekî, ji gundîyekî din pirsî:
- Ero tu dibînî, çawa li dora xwe zîz dibe, eynî wekî perwanê ye. Gelo ma hişê wî serê wî naçe?
Gundîyê din bersiva da û got:
- Na lo, ma hiş di serê wî de heba qet weha dikir!


Ma kenê hewe dîsan hat? Bi rastî ez gelek bi Henek û Pêkenoka te kenîyam hevalê hêja û delal. :D ;D :D ;D ;)
Gelekî sipas û silavên Pêkenokî û Henekî ;)
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 27. August 2006, 20:27:05
silav biraye hejaro û hevalen din e ku pekenoka hes dikin





Biraye hejaro her bijî wela pekenoka te xwesh bû  ;D :Dez ji kena mirim ;) her bijî
birastî wek te pirsa min kir ez jibo demeke cume welat ez pishtî 15 salan cara yekemîn cubûm. walat pirr xwesh bû brastî le ez naxwazim zede sere we bi eshînim bi weya eze pekenoke din jiwere binivîsim hevîdarim we ew ya xoshbe.



Dû mer hebun yekî ji e din pirsî got ma tu cencara sere xwe dishûne wi jere got wala di jiyana xwede dû caran. E din got ??? ??? ???cawe dû caran. jere got nû ez cebûm ez shûshtim û ez bimirim ji careke. :o :D :D jere got wahhhh ma tu ordekî key tu hafqas xwe dishûne. :D


digel silav û rêz dema xwesh be!! 
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: gülistan am 17. November 2006, 08:30:19
silav hevalno,
ez cara yekemîn dikevim vê sîteyê u gelekî kêf xwes bum.
hindikjîbê hema mirov xwe dinav ciwata kurdîde dibîne u behna mirov fereh dibe.
ez we pîroz dikim u hevîdarim malperawan hertim bi serkeftîn berdewam bike.
rojbas..
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 18. November 2006, 02:18:37
Gelekî bi xêr hatî, hevala Gulistan,

bi rastî em bi hatina te û bejna te gelekî keyfxweş û dilxweş bûm. Ez hêvîdar im, tu dîsan werî û nebe ev car tinê.
Ji te û hemî keç û jinên Kurd re her serkeftin û serfirazî dixwaz im.

Silavên dilovanî
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 18. November 2006, 02:27:46
Silav dîsan, hevalê Eoven,

Zitat
Dû mer hebun yekî ji e din pirsî got ma tu cencara sere xwe dishûne wi jere got wala di jiyana xwede dû caran. E din got   ???  ??? ???cawe dû caran. jere got nû ez cebûm ez shûshtim û ez bimirim ji careke.  :o :D :D jere got wahhhh ma tu ordekî key tu hafqas xwe dishûne.  :D

Bi rastî heneka te gelekî xweş û hêjayî bû û ez ji kena mirim, lo. Ma çi hekê te li min heye tu min bikujî, lo. ;D :)

Bi rastî min gelekî bêrîya te kirîye. Ma tu kuve mayî? :'(

Silavên dilovanî
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 21. Dezember 2006, 12:52:06
Silav hevalen heja û delal !



Silav biraye hejaro megrî va ez disa hatim kocka we ez gelekî mijûl bûm jiber wê ez ji zûve ne hati bûm, Min jî behrîya hevale kocka kurdî kiribû jiber kare min wexte min tûne bû ez werim malperê û kurdis net. lê vaye ez disa bi were me ;)


eze ji were meteloke binîvisim eze bersiva we jî binivîsim ku hûn fem bikin min ce pirs kirîye!!!

Dike xisht, xisht cu pisht derî melist ci ye??? ::) ??? bersiv:(melkes)(Besen) we zanî bû gelo?? ;)



De wena zani ben :D Guhe mishk tishi rishk ci ye?? ::) ??? ez hevîdarim hûne zani ben



                Digel silav û rêz dema we tewa xwesh û gesh be! byeeeeee
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 08. Januar 2007, 00:48:54
Silav û hirmet, hevalê hêja û delal,

silav û rêz, birayê Eoven,

tu dîsan gelekî bi xêr û liser ser û çavên min hatî. Her bijî ji te re. :) Ez ji te bawer dikim, ku wextê te kêm bû. Bi rastî tu jî gelek caran tê bîra min, bes ez jî piçekê sist bûme û wekî tu dibînî, gelek caran jî weke hemû Kurdan serê xwe bin hin tiştan ve têşînin. ;)

Meslekî ya Kurdan heye; dibêjin, serê wî ne diêşa, rabû kinc lê girêda bû. :D Ez bawer dikim, mesela min jî wisaye, Bira. An ne, ma tu çi dibêjî?  ;D

Bes ez gelekî keyfxweş dibim, ku tu dîsan li vir î, Bira û ez jî bes digirîm. :)

Zitat
eze ji were meteloke binîvisim eze bersiva we jî binivîsim ku hûn fem bikin min ce pirs kirîye!!!

Dike xisht, xisht cu pisht derî melist ci ye??? bersiv:(melkes)(Besen) we zanî bû gelo??

Bi Rastî te bersiva xwe ne dabîya, minê bigota Mişke, Bira. ;D

Bes min fêhm kir, ku ew bi xwe dike xiş xiş û çû pişt derî û jiber vê yekê jî minê ev bersiv bida. ;D

Zitat
De wena zani ben Guhe mishk tishi rishk ci ye?? ez hevîdarim hûne zani ben

Bira, bi Xwidê min nezanî. :D Anjî derenge û jiber vê yekê serê min jê nagire. ;)

Bes ez hêvîdar im, hevalên din jî serê xwe biêşînin. ;D

Gelekî sipas, Bira, tu her di xêr û xweşîyê de bî û li benda te me ;D



 
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 08. Januar 2007, 20:31:53
Silav biraye ezîz hejaro


Gelekî spas biraye eziz û delal ez kefxwesh bûm ku te bersiva min da. biraye heja eze bersiva dûyemîn jî bejîm kefa min pirr ji metelokan re te heger e tejî heben binivîse eze kef xwesh bibim ku ez jî ku ji we sût bigrim tishtna nû fer bibim ma ne wisa ye kekê hejaro (bersiv: hejîr bû ;) )hevîdarim ana hatibe femkirin spas :)



Silav û rêz
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 08. Januar 2007, 23:12:12
Silav Birayê delal,

Zitat
hejîr bû
yanî ev hejîrên mirov dixwin? ???

Ez jî ji te û hewe re hin serhatîya dibêjim, ev cara bêt, bira. ;)
Xwzî ez jî wekî te jêhatî bûma û her tişt bihata bîra min jî!

Gelek ev metelokên tu dibêjî li min qet xerîb nayên û liser devê min in, bes neyên der, bira. ;D

Gelekî sipas û keyfxweş û dilxweş im, tu livir î, Bira ;)

şev baş
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 08. Januar 2007, 23:18:20
silav kekê hejaro bele raste ew hejîre ku meriv dixwen ewen


Tu zane hejîr jî wek guhe mishkin ne wisa nava hejîre jî tishe bizrike jiber we min got rishk tu zane bahwerim rishk cine tu niha li malpere ye ez jî ana li malpere me silaven germ jibo te sev bas
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 14. Januar 2007, 22:49:27
Silav hevalen heja


Eze pirsna din ji we bikim gelo kî zanê bersiven bide?


1   Sipî ye ne shekir e,
Difire, lê bê per e.
 
         a.)berf
         b.)dûman
         c.)toz
         d.)baran

 
2   Kumê sorik, tijî morik.
Gelo ew çi ye?
 
         a.)hinar
         b.)pîvaz
         c.)xiyar
         d.)kertol

3   Tishtekî min heye,
Can gosht û hestî ne,
Kincên wî bi derzî ne.
Gelo ew çi ye?
 
         a.)jûjî
         b.)beraz
         c.)fîl
         d.)hesp
hevalno ev sê pirsin min ji we kirin heya carek din dem bas, byeeee
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Ciwan am 16. Januar 2007, 20:19:03
zor hêsanî ne, lê sipas.
jûjî hinarê bidû dixwe :)
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 16. Januar 2007, 23:19:16
Silav û rêz hevalen heja



Herrrrbijî kekê ciwan te dû rast gotin 2.)Hinar bû 3.)Jûjî bû gelo ya yeke cibû?

heger hevalen me e din karibin pirsa yeke bidin eze hinek pirse din binivîsim.

Serkeftin jibo hemû hevalan  :)




Dem bashhh
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 24. Januar 2007, 10:09:06
Silav Bira,

bersiva 1. Yekemîn jî berfe.

Ev çewa bû, min ev bersiv zanî? Bi xwidê ez jî mam ecêb girtî, ku min bersiv zanî. ;D

Weke din carên din, min tu bersiv ne dizan în.

Sipas û silavên biratî

Ez Hejarê hewe me :D
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 24. Januar 2007, 17:03:52
Rasssste her bijî kekê hejaro



eze di demek qurd de meteloken din bi nivîsim ana kare min pirr heye.



dem û wexte we xwes û ges bet
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Mîtanî_47 am 25. Januar 2007, 00:12:33
Silav û rêz hevalen heja


eze ji were metelokna din binivîsim!

 
1.)Dirêj e ne mar e,
    Kej û hît e ne kar e,
    Serî hishk e ji dar’ e.
    Gelo ew çi ye?
 
         a.)trên
         b.)kursî
         c.)werîs
              d.)tertûl

2.)   Dirêj e ne mar e,
       Kej û hît e ne kar e,
       Serî hishk e ji dar’ e.
       Gelo ew çi ye?
 
         a.)trên
         b.)kursî
         c.)werîs
         d.)tertûl



3.)     Hildidim digrî,
         Datînim nagrî.
         Ew çiye?
 
         a.)zarok
         b.)pirtûk
         c.)qelem
         d.)zengil


4.)    Li erdê weke gîsk e,
        Li ezmên weke nîsk e.
        Ew çi ye?
 
         a.)hulî
         b.)duman
         c.)kon
         d.)beran






wan min hinek din nivîsin heya carek din dem û wexte we teva xwesh û gesh be!! byeee
     
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: agire-newroze am 12. Februar 2007, 21:16:06
Silav û rêz hevalen heja û delal



Tirkiya Liciyan ;D :D
 
Nebixêr rojekê baytarekî tê Licê. Xelk behsa baytar dike. Yekî Xincisî dipirse:
- Kuro bêtar çi ye?
Dikin-nakin nikarin pê bidin fêm kirin. Piştre ji wan kesên hazir yek dibêje:
- Lêlawo ehmeqê Xwedê ji doxtorê heywanan re dibêjin baytar. Vê carê te fêm kir?
Ew destê xwe li jinûya xwe dixe û bi kêf dibêje:
- Ev dewlet çi ker e, doxtorê însanan tune, lê radibe yê heywanan dişîne vir! Xwedê ji min re çi li hev anî. Ev çend roj in ku golika min gelek nexweş e. Ez sibê zû dibim cem wî bênamûsî ka dê çi bike!
Ciwamêre me sibehtirê ben dike serê golika xwe ya nexweş û ew dibe cem baytar. Baytar bi tirkî jê dipirse:
- Xalo çi yê golika te heye?
Xalo jî dest pê dike, ji re bi tirkî behsa nexweşiya golika xwe dike:
- Bêtar beg, bêtar beg goliksin hema çawa goliksin. Namusiz goliksin. Xedar û giran nexweşsin. Wey babooo!… efendime solîyem...ev tam êkî hefte ye, ka veriyorsin, yemiyorsin, ceh veriyorsin, yemiyorsin û su veriyorsin, yemiyorsin. Zirte zirt ediyorsin û çirtik û lotik atiyorsin… Fişş… rêx û virik atîyorsin eynî uç mîtro uzaxe gîdîyorsin. Bêxwedî orrorr û fişfiş ediyorsin û hema gilêz akiyorsin…Sonre gêj oliyorsin û rep û duşiyorsin. Ben bilmiyorsin û sen ne yapiyorsin, yapiyorsin.Hema Elleh ûçin bir çare-mare, îlac-mîlac veriyorsin…Efendî sen eyî biliyorsin, qurbansin, güzimsin! Hewqas ne hewcê gotinêsin looo, ma ne efendîsin, dewletsin?

Dem û wexte we tewa xwesh û gesh ben heya carek din dem bash


byeeee ;)
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 07. Mai 2007, 23:01:45
Birayê Mîtanî ;D

silav ji te re û heqê te jî heye, lo :D

Min ev ji Lotikxanê dizî û ka mêze bikin bi keyfa we ye an ne? ;) ;D

(https://kurdis.net/proxy.php?request=http%3A%2F%2Fwww.lotikxane.com%2Fcelek-.jpg&hash=239a37913a8da3ab39f9a2fbc2deec866b9fa076)
www.lotikxane.com

Bes mesela te û tirkîya Licîya gelekî xweş e û li keyfa min e jî... ;D

Divê, em ji îro û pêde guhê xwe bidin henekan jî...

Sipas û silav û hirmet
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: Hejaro am 07. Mai 2007, 23:12:21
Birayê Mîtanî,

silav lo, ez bawer dikim, min bersiva te dereng da!

Ez dibêj im, bersiv c.)werîs, d.)zengil, b.)duman e. Bes ya dûmanê ez nizan im, raste an jî şaş e?

Sipas û silav, Bira. ???
Titel: Re: Malpera Pêkenok
Beitrag von: agire-newroze am 08. Mai 2007, 12:38:21
Silav û rêz



 :D ;D silav biraye hejaro wele ez jî hew dizanim cibûn di bîraminde ji cûn te gelek zû bersiv da bona wilo  ;D ;D xem tune le bele gelek sipas dikim jibo bersiva te biraye ezîz û delal.



heneka te ji lotikxane anîye jî pir xweshe deste te sax be her bijî kekem.



heya carek din bimîne di xer û xweshî ye dem bash. 8)