Sonstiges > Vorschläge

Vorschläge/ Pêşniyaz/ Pêşniyar

<< < (2/10) > >>

Hejaro_Silopi:
Silav Keko,

das ist ein ganz guter Vorschlag.

Ev pêşniyarek gelek baş e.

Sipas

Mîtanî_47:
Silav û dema we tewa xwesh û gesh be!!!!


 Hevalno rexnek min heya jibo we ez nizam chima li wir ji em bi zimanê xwe e sherîn nanivîsen birastî zimanê me jiheme warî zengîne lê mixaben û sed charî mixaben ku em tene li rehetiya chanê xwe digerin û bi zimanê biyanî pêshniyare xwe tînen ziman. Heval no ku em hewl nedin xwe û bichek xweydan nerjinen jibo zimanê dayika xwe zimanê sherîn eme zimanê dayika xwe bikujin birasti zimanê me kurdî li bermirine ya ez hevîdarim ku her kurd hewl bide û bi zimanê xwe biaxve û binivîse emin ez dibe neshashe ku hinek xeletîji diaxvitine de û dinivîse de hebe ya mûhum ku em bi zimanê xwe biaxvin û binivîsen.Hejano zimanê me hebûna meya ger soranî goranî lorî û zazakî divet em zimane xwe jibîr nekin û jibo pesheroja zaroken xwe xebate biken ku ew zarok be war nemînen. Gelek tist hene ku ez benim ziman derfete min tune û ez nizam hevalen me chima biro online naben ku em bihevre biaxven û rexne û peshniyare xwe benin ziman 


jiber welat be ziman nabe welat ez hevîdarim ku em kurd xwe tehlîka mezin benen ber chave xwe û xebaten xwe bikin her kurdek tistek deyne ser mile xwe wê ew zimanê me e devokî be nivîsandin û be axvitin.


digel hemû hevalan silav û rêz

Hejaro:
Silav hevala hêja û delal,


--- Zitat ---Silav û dema we tewa xwesh û gesh be!!!!

 Hevalno rexnek min heya jibo we ez nizam chima li wir ji em bi zimanê xwe e sherîn nanivîsen birastî zimanê me jiheme warî zengîne lê mixaben û sed charî mixaben ku em tene li rehetiya chanê xwe digerin û bi zimanê biyanî pêshniyare xwe tînen ziman. Heval no ku em hewl nedin xwe û bichek xweydan nerjinen jibo zimanê dayika xwe zimanê sherîn eme zimanê dayika xwe bikujin birasti zimanê me kurdî li bermirine ya ez hevîdarim ku her kurd hewl bide û bi zimanê xwe biaxve û binivîse emin ez dibe neshashe ku hinek xeletîji diaxvitine de û dinivîse de hebe ya mûhum ku em bi zimanê xwe biaxvin û binivîsen.
--- Ende Zitat ---

Hevala hêja,

bi rastî rexneya te di cihde ye û ez jî heq didim te û em Kurd behra bêhtir zimanên xerîb û bîyanî diaxivin û zimanê me yê Dayîkê ji me gelek Kurdan re ne xeme.
Weke tu jî baş dizanî, me Kurda tucarî xwendin di zimanê Kurdî de ne kirîye û her wext zordarîya welatên wekî Tirkî, Îranî, Sûrî û Êraq liser me heye, jiber vê yekê jî asîmilebûna Kurdan gelek caran û heta îro jî tête bikaranîn û her asîmile ya Kurdên ji Tirkî tên ji ya Kurdên din zêdetir e.

Belkî em bixwînin jî û li kuderê jî be, me zimanê xwe pêkneanîye, lê em hêvîdar in, ku li Kurdistan a Otonum ev zordarîya liser Kurdan rabîye û hinek Kurd hêdî hêdî bi zimanê xwe bixwînin û liber û pêş bibin. Ev ji me re şansekî gelekî mihime û hêvîdar im gelek Kurd evan şansên ketîn di destên wan de jî, bizanibin bi kar bînin.

Lê dîsan wekî tu û em gelek dizanin, em Kurd gelek jî bêterk û xem in û li rihetîya xwe digerin û ziman zi me re ne xeme...


Ev hêvîya me Kurdên hê zimanê xwe jibîr ne kirine û liser disekinin, hevala hêja


--- Zitat ---Hejano zimanê me hebûna meya ger soranî goranî lorî û zazakî divet em zimane xwe jibîr nekin û jibo pesheroja zaroken xwe xebate biken ku ew zarok be war nemînen. Gelek tist hene ku ez benim ziman derfete min tune û ez nizam hevalen me chima biro online naben ku em bihevre biaxven û rexne û peshniyare xwe benin ziman
--- Ende Zitat ---

Hevala Eoven can,

bi rastî jî pirsgireka mezin jî ve, ku tukes newêre Kurdî binivîse û min jî ji çend mirovên Kurd re gotîye; hema were û binivîse, hema xelet jî be, xem nake û emê alîkarîya hevdun bikin. Bes gelek her guhên xwe nadin Kurdên jimanzan. Ez jî weke te dibîn im û ji pêşeroja zarokên me re gelekî pêwîste û em hiskê li kudera cîhanê jî bin, em dikarin bi zarokên xwe re kurdî biaxivin, şûna ku em Tirkî fêrbibin û zimanê dijminê xwe her dewlemedtir bikin.

Weke ez dibîn im, tu dikarî pêşneyar, pirgirek û rexneyên xwe bi onlîne binî ziman, heger tukes ne be bersiva te bide û tu bi serê xwe bimîn î, hemî tişt hingê beyhude ye, hevala delal.
Weke em jî dizanin bi sê kesan pirgireak zimanê kurdî nayê çareser kirin, lê dîsan jî em du gavan li pêşin û ne li paşde ne, weke hin Kurdên li paşve mayîn.


--- Zitat ---jiber welat be ziman nabe welat ez hevîdarim ku em kurd xwe tehlîka mezin benen ber chave xwe û xebaten xwe bikin her kurdek tistek deyne ser mile xwe wê ew zimanê me e devokî be nivîsandin û be axvitin.
--- Ende Zitat ---

Ev gotin jî rast in û bê ziman welat jî nabe. Bes hinek Kurd dibêjin emê Tirkî biaxivin û Kurdistan jî ava bikin. Bes ew pirsîyar nakin, ma heger me Kurdistan avakir, emê çawa (çewa) kurdî biaxivin? Anjî hingê jî wê tirkî bikar bînin.
Lazime û divê her Kurd, her malbat, her Komel û her Partîyên Kurdan liser zimanê xwe bisekinin, bikarbînin û biaxivin, wî wextê emê serfiraz bibin û me zora dijmin birîye.

Sipas, hevala hêja û li benda te me



Mîtanî_47:
Silav û rêz braye hejaro demen te xwesh ben!!


gelek sipas jibo wan bersiven te ku, te ez hinek din ron kirim le wek te jî got gele me di tirse naxve û zimanê xwe bikar nayene braye heja raste lê bes ew tirsa bere chûye îro li her dere kurdîstane serhildan chediben û gele hinek din bi peshketîya lê mixaben û 1000 car mixaben gele me ye îro li ewrupa dijin jibo tirki rehate û wek ku ji xwere kirina moda li ewrupa gistik bitirkî diaxven. Braye heja wek  te jî zane em gele kurd be ket û be kar nagihen tu encame jiber we ez dibejim dive kurd hewl bidin xwe hû hindik hindik we dehlîka mezin ku em tedene yanî zimanê me li ber mirine ya em bibînen  raste me nexwendî ya bi kurdi ama her insanek kare îro ji zimanê xwe fer bibe  ya girîng ku ew insan bixwaze û hewl bide jibo zimanê xwe xebateke zelal bike.her kurde tipan nasbike dikare ferî kurdî bibe gelek pirtûke ser zimanê û rast nivîsa kurdî hene ku bixwînen. berastî braye hejaro em kur hinek be xayreten ji xendinere em we pewistîya nabenînen  ku em bixwînen jiber tv radio em bes dibînen tene ew bese xwendin ne pewista lê ya herî pewist ku em hewl bind xwe ku em bixwinen jiber wê ez dibe xwendine bi zaroken xwere sherîn biken.




ez naxwazim zede sere te jî be eshînem lê hinek hewche dike ku meriv ser wê giringîya li ser me kurda zanibe.


disa silav û rêz dem û xweten we xwesh ben     

sabrina:
Hallo Leute,

ich wollte ein riesen Lob an diese Seite geben; :)
Respekt vor den Leuten die ein solche Seite gestaltet haben und toll wie sich die Leute daran beteiligen;

Schade, dass das Kurdische(sorani) nicht so sehr in diesem Forum verbreitet ist.

Und dass mit den schulen stimmt auch, ich würde gern, dass unser Kind kurdisch in einer schule lernen würde bzw. auf eine schule geht wo kurdisch erlernt wird.

Auch eine moslimische Schule wäre toll, kennt jemand solche schulen`

Grüße

Navigation

[0] Themen-Index

[#] Nächste Seite

[*] Vorherige Sete

Zur normalen Ansicht wechseln