Autor Thema: Ji bo Behra Wane İmzayek Baweje  (Gelesen 10448 mal)

Atesh

  • Gast
Ji bo Behra Wane İmzayek Baweje
« am: 14. Mai 2008, 23:36:34 »


Ger ev der bajarê mirov be û mirov bi qîmeta wê nizanibe dê çawa be? Lê ger kampanyaya îmzeyan hatibe dest pê kirin, mirov dê îmze nede?

Ma ev der ne ji îmzeyeke biqîmetir e? Ger bersiva we erê be ji bo rizgarkirina vir fermo îmzeyeke bavêjin.

Ev der Wan e. Wan bi dîroka xwe, bi cihên xwe yên dîrokî navdar e. Ev tenê bes e bêyî em qala pisîkên wê bikin.
Û Gola Wanê jî jixwe di nava kurdan de navdar e. Lê werin lê binêrin ku ciheke wisa navdar, ciheke ku dikare bibe navenda tûrîzmê bêxwedî ye, gola wê di nav qirêjiyê de difetise. Ji bo pêşî li vê qirêjbûna Gola Wanê bê girtin li navçeya Tatwana Bedlîsê 6 ciwanên ku navê "Van Golu Kirlenmesin Ekibi (Koma Bila Gola Wanê Qirêj nebe)" li xwe kirin malpereke vekir. Komê di malperê de kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin.
Komê di nameya ku ji bo îmzeyan vekiriye de gotiye "Gola Wanê 10 sal berê xwedî aveke paqij bû, bi taybetî ji ber çop û ava qirêj, ger wisa bidome dê tu zindî têde nemîne, dê bibe goleke ku nexweşiyê belav dike."

Berhevkarên îmzeyan gotine ku bêyî dereng bimîne, bêyî felakete hawirê pêk bê ji bo rizgarkirina Gola Wanê divê em bikevin nava hewldanê."

Kom ji bo ku balê bikişîne ser vê qirêjiyê û ji bo rizgarkirina golê ji aliyekê ve îmzeyan berhev dike, ji aliyê din ve jî dixwaze projeyan li ser golê amade bike û ragihînin derdoran, ji wan piştgirî bigire.

Ekiba vangolukirlenmesin.com Firat Sevim,Nimetullah Atal,Bahar Özdemir,Cihan Kaplan,Murat Bağatur'e

Malpera koma ku îmzeyê berhev dike:

http://www.vangolukirlenmesin.com/

Û lînka îmze avêtinê:

http://www.vangolukirlenmesin.com/imza/imzala.html?layout=form

 

Û notek jî li ser Keleha Wanê: Keleha Wanê ku ji aliyê Qralê Urartu Sardurê Yekemîn ve hatiye çêkirin bala tûrîstan dikişîne. Bi germbûna hewayê re jî hejmara tûrîstan her ku diçe zêde dibe. Ev dîmen jî ji vê kelehê ye.

Diyarname
« Letzte Änderung: 14. Mai 2008, 23:40:48 von Atesh »

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Ji bo Behra Wane İmzayek Baweje
« Antwort #1 am: 17. Mai 2008, 12:20:24 »
Heval Atesh!

Gelekî sipas, silav û hirmet!

Hejaro