Deutsch-Kurdisches Sprachforum / Zazakî - Soranî - Kurmancî > Literatur und Musik

Chîroken Kurdî (Kurdische Märchen)

(1/1)

agire-newroze:
Kêz Xatûn


Hebû tunebû, kêzikek hebû. Jê re digotin Kêz Xatûn.
Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got : Tenêbûn dijwar e, ne xweşe, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim ?û bikim.
Rabû bi rê ket, çû çû, rastî   şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Şivanî got:
- Kêzê, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
şivanî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê got:
- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Şivanî darê xwe yê şivaniyê rakir hewa û got:
- A ez ê bi vî darê xwe yê şivantiyê li te xim.
Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got:
- Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim.
Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
Kerî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê got:
- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Kerê her du lingên xwe yên paşiyê nîşanî Kêzê dan û got:
- Ez ê bi van cotikan zîtikekê li te xim.
Kêzê tirsiya, got:
- Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim.
Da rê û çû çû, rastî mişkekî hat. Mişko got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?
Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.
Mişko got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?
Kêzê bala xwe dayê, Mi?ko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî:
- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?
Mişko got:
- Ez ê bi vê boçika xwe ya piçûçik li te xim ku tu pê neêşî.
Kêzê di dilê xwe de got, welle ev ne xerab e, Mişko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Got:
- Nexwe başe Mişko, ez ê te bikim.
Kêzê û Mişko destên xwe dan hev rabûn çûn ba Mellê mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev şa bûn. Çend roj tê re derbas bûn, roja beravê hat. Kêzê got:
- Mişko de rabe kincan bide ser hev em herin ber avekê, kincên xwe bişon.
Kincên xwe û beroşa beravê dan ser pişta xwe, kêzê şimika xwe kir piyên xwe, dan rê û çûn. Çûn çûn rastî rûbarekî hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vî rûbarî beroşa xwe bidin ser agir û berava xwe bikin.
Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vî rûbarî mişe ye, gellek boşe, hume-huma avê ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe bigirim, ez ê li ber avê herim ha herim.
Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.
Çûn, çûn rastî cuhekê hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vê cuhê beroşa xwe bidin ser û berava xwe bikin.
Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vê cuhê jî mişe ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe li berê bigirim, ez ê pê de herim ha herim.
Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.
Dan rê çûn çûn, rastî şûna sima gayekî hatin. Baran hatibû, bûbû çamûr, Şûna sima gayî kort bûbû û ava baranê tê de civiyabû. Kêz ê got:
- Mişko can, a ev gol li gora berava me ye. Ezê beroşê bidim ser, tu jî here qirşikan berev bike bîne, em ê agir dadin ava xwe germ bikin, serê xwe û kincên xwe bişon.
Mişko çû qirşik anîn, Kêzê jî beroş da ser. Agirê xwe dadan. Xwe dan berê da heta germ bibe ew jî dest bi berava xwe bikin.
Hê ew li ber agir bûn, ji aliyekî ve dengê gurme-gurma defê hat wan. Mişko guhên xwe mîç kirin û got:
- Kêzê can, ka guhê xwe bidiyê, dengê defê ha ji pişt wî girî tê. Ew gundê Mîr Avdelî ye. Nexwe li gund dawet heye. Niha xwarina dawetê çêkirine, goşt û birinc û tirşik gellek in. Tu li vê derê beravê bike, ez bi bezekê herim wî gundî, têra xwe goşt û birinc û tirşikê bixwim, hinekî jî têxim bin zimanê xwe ji te re bînim.
Kêzê got:
- Baş e, de here û zû vegere.
Mişko bezek da xwe, çû di pişt girî de wenda bû. Kêzê jî dest bi berava xwe kir. Kincên xwe şûştin, serê xwe jî şûşt û kincên xwe yên paqij û rengîn li xwe kirin. Haziriya xwe ya dawîn dikir ku îdî rûnê û li hêviya Mişkoyî be. Şimik di piyan de bûn, çima neşemitî û neket nava çamûrê!!! Kêzê xwe bi vir de da wir de da, lê kir nekir neşiya xwe ji çamûrê derxe. Her ku çû pirtir kete nava çamûrê. Li vî aliyî wî aliyî nihêrî ku belkî kesekî bibîne bi hewara wê de were. Dît ku wa ye li dûrê siwarek ber bi gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê gazî kir, got:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Siwarî bala xwe da aliyê dengî, lê tu kes nedît. Kêzê careka din kire hawar:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Siwarî careka din bala xwe bi vir de wir de da lê tu kes nedît, da rê û çû. Çû gundê dawetê, mala Mîr Avdelî. Berbûrî hemî li ser xwarina dawetê bûn. Siwaro silav li wan kir, wan ji ew dawet kirin ser xwarina dawetê. Çû rûnişt dest bi xwarina xwe kir. Lê hewara Kêz Xatûnê kete bîra wî, got:
- Gelî cemaetê, gava ez bi rê de deihatim, li pişt wî girê hanê dengê hawarekê hate min digot:
Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!
Mişko jî hema di wê wextê de li nava firaqên neşûştî goşt û birinc û tirşika xwe dixwar. Ku dengê siwarî çûyê, fam kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye. Hema zûzûka, hinek goşt û birinc û tirşik xist bin zimanê xwe, baz da, çû xwe gîhand Kêzê. Bi destê wê girt, kêşa ew ji çamûrê derxist. Ji nuh ve ser û kincên xwe şûştin û xwe ziwa kirin. Mişko xwarina ku di bin zimanê xwe de anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Rabûn Kêzê û Mişko kincên xwe dan ser pişta xwe, bi hev re bi kêf û henek çûn mala xwe. Ji wê rojê pê ve pirtir ji hev hez kirin û pirtir li hev miqate bûn.
Rojekê Mişko got:
- Kêz Xatûn ma tu nikarî savarekê ji me re bidî serê, ez jî biçim ba pismamên xwe wan vexwînim malê?
Kêzê got:
- Baş e.
Mişko derket derva çû ba pismamên xwe bike. Kêz jî kete metbaxê ku savarî bipêje.
Gava Mişko vegerriya malê, çi bibîne!!? Kêz Xatûn ketiye dîzika dan û nikare jê derkeve. Mişk hêrs bû, ji qehra re ariya agirî bi serê xwe da kir û bi çolê ket. Pir çû hindik çû, rastî qijikê hat. Qijikê meraq kir got ev çi halê te ye mi?kê xwelî ser?
Mişko got:
- Mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Qijikê jî perîkên xwe weşandin. Darê dîna xwe da qijikê got:
- Ev çi halê te ye qijika perweşîn?
Qijikê got:
- Qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Darê jî pelên xwe weşandin. Çemê avê di bin darê re derbas dibû. Meraq kir got:
- Ec çi halê te ye dara pelweşîn?
Darê got:
- Dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Çemî jî dest bi girî kir, heta ku nîvî bû av , nîvî bû xwîn û bi ser garisî da çû. Garisî jê pirsî got:
- Ev çi halê te ye çemê nîvî av, nîvî xûn?
Çemî got:
- Çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Garis jî xemgîn bû, devnixûn bû. Xwediyê garisî jî zeviyê xwe av dida, gava halê garisî dît, pirsî got:
- Ev çi halê te ye garisê devnixûn?
Garisî got:
- Garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Mêrik jî mera xwe da ber xwe û bi keser li serê rûnişt. Qîza mêrik ji bavê xwe re girar anîbû. Qîzikê got:
- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?
Mêrik got:
- Bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Qîzikê jî girar bi ser êxwe da kir û çû cem diya xwe. Dê pembû dijenî. Gava çav bi qîza xwe kir got:
- Ev çi halê te ye keça sergirar?
Qîzikê got:
- Keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Dê jî çek û kevan li xwe xist û rûnişt. Cîrana jinikê hatibû agir. Gava ev hal dît ji cîrana xwe pirsî:
- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?
Jinikê got:
- Dayika çekliqûn, keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.
Cîranê çû gazî daxiste nava gundî. Gundî li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn, dîtin ku Kêz Xatûn di dîzika danî de fetisiye. Ew derxistin, anîn bi şîneka mezin veşartin. Mişkoyê reben ma bi tenê.
Pişt re her kes vegeriya ser mal û halê xwe yê berê. Bavo ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, mişko xweliya xwe, keçikê girara xwe ji xwe daweşand, darê pelên xwe, qijikê perên xwe li xwe kirin, garis li xwe zîvirî, xwe kire serberjor, avê xwe dawerivand zelal bû, lê mişkoyê reben ma bî.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadê ber dîwaran.

agire-newroze:
SILKO



Hebû tunebû, jin û mêrek hebûn. Navê jinikê Fatê, yê mêrik Silko bû.
Rojekê gava Fatê çûbû nava malan, dîzikfroş hatin nava gund ku dîzikên xwe bifroşin. Silko jî çû dîzikek kirrî. Bû êvar, Fatê hat malê. Silko got:
- Fatê ma tu zanî ku min îro dîzikek kirrîye? Fatê got:
- Ka hela bîne, ez bala xwe bidimê.
Silko dîzik anî, nîşanî Fatê da. Fatê got:
- Baş e ma te ji wan pirsî ku meriv çi qas av û çiqas dan dixe dîzika xwe? Silko got:
- Na.
Fatê got:
- Nexwe nabe, heke em nizanibin em ê çi qas dan û çi qas ave têxin dîzika xwe em nikarin tê de şîvê bikelînin.
Silko got:
- Ez ê herim dîzikfiroşan bibînim, ji wan bibirsim.
Rabû bi rê ket. Lê dîzikfiroş ji zû ve gund bi cîh hiştibûn û berê xwe dabûn gundên din. Silko bi pey wan ket, ha li vî gundî û ha li wî gundî, de, de, di dawiyê de ew li gundekî zeft kirin. Çû nik wan pirsiyar kir:
- Dîzikfiroşno, min dîzikek ji we kirrî, we negot ez çi qas av û çi qas dan têximê û bikelînim. Dîzikfiroşan bala xwe dan hev, di bin simbêlan re keniyan, lê bi Silko nedan diyarkirin, jê re gotin:
- Here, gava te şîv da serê hema çengek av û alîçengek jî dan têxe dîzikê û bikelîne.
Silko got:
- Baş e!
Da rê ku vegerre mala xwe. Lê gundê wî dûr bû, diviya di ser çend gundan re derbas bibûya heta ku bigihîşta mala xwe. Ji bo ku tarîfa şîvê jibîr neke, dest pê kir got:
- Çeng-alîçang, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.........
Hat ber gundekî, havîn bû xelk li ser bênderan bûn, her kesê bêndera xwe li ba dikir. Got:
- Selamun aleykum, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.... Her kesî bala xwe da wî. Gotin qey ji bênderên wan re wiha dibêje. Hemî beziyan ser Silko, têra wî lê dan, gotin:
- Çawa tu dikarî wiha bibêjî! Ev xêr û bereketa ku îsal di bênderên me de ye, tu dibêjî çeng-alîçeng...
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
‚ Bibêje tim a wiha be!...
Silko got:
- Tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be... Ber bi gundê xwe ve da rê, çû. Çû çû, gîhaşt gundekî. Dîna xwe dayê ku peyayên gund hemî li ser gorristanê ne, yek ji wan miriye wî defin dikin. Silko di ber wan re derbas bû, got:
- Selamun aleykum, tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be.... Gundiyan gotin qey li ser wan wilo dibêje. Hêrs bûn, çûn têra Silko lê dan, gotin:
- Mala te xera nebe, ev e yek ji me mirîye, em li ser gorra wî ne, tu hatiyî dibêjî ªtim a wiha be!ª Ma ev heqqê Xwedê ye?!
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
- Bibêje eve bû yekî din nebe. Silko got:
- Baş e û ber bi gundê xwe ve birê ket.
- Eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe....... Hat hat, ber gundekî, dîna xwe dayê ku şahî ye, dawet e, bûkê tînin. Silko hat ber berbûriyan, got:
- Selamun aleykum, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe... Gundî şaş man, hêrs bûn çûn têra wî lê dan, lê dan û ew berdan.
Silko ji meş û lêdanê perîşan bûbû. Berê xwe da malê, bi rê de bû êvar, baranekê dest pê kir. Silko di wê tarîtiyê de, di wê şil û şepeliyê da hat hat, ber deriyê mala xwe. Derî daêxistî bû. Teq teq li derî da. Jina wî Fatê ji hunduro bang kir got:
- Ew kî ye?
Silko got:
- Ez im!
- Tu kî yî?
Lê Silko hingî lêdan xwaribû, westiya bû û şil bûbû, navê wî nehate bîra wî. Got:
- Ez im hû, ez!
- Tu kî yî?
- Ez ewko me!
Jinikê di pencerekê re bala xwe dayê, dît ku Silko ye. Baran hîn jî dibariya, Silko perîşan bûbû. Jinikê di dilê xwe de got heta ew navê xwe nebêje ez derî lê venakim:
Got:
- Erê kuro tu kî yî?
Got:
- Keçê ez ewko me, ewko!
Got:
- Ma tu binerdiko yî?
Got:
- Aha te li ber xist!
- Ma tu pîvazo yî?
Got:
- Na, na tu dûr çûyî!
Kir nekir jinikê jî navê wî yê rastîn jê re negot. Dawiya dawî jinikê got:
- Ez derî li te venakim.
Silko mecbûr, çû li ser tendûra ber malê kilor bû, heta sibehî li wê derê nivist. Heke bû sibe, roj hilat, Fatê ji hunur derket, hat ber tendûrê dît ku mêrê wê, wa ye li ser tendûrê ye. Got:
- Kuro ev Silkoyê me ye! Silko ji nişka ve veciniqî got:
- Errik, hela bala xwe bidê, navê min Silko ye, ji do de min dikir nedikir nedihat bîra min.
Fatê Silko anî hundur, serê wî şûşt, kincên ziwa lê kirin. Heşê Silko hat serê wî, çîroka xwe ji serî heta binî ji jina xwe re veguhast û di dawiyê de got:
- Tobe, ez careka din kêmaqiliyeka wiha nakim.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

agire-newroze:
KER, SÊR Û ROVÎ




Hebû carek ji caran rehmet li bavê hazir û guhdaran ji xeynî xêrnexwazan û neyaran. Li çiyayekî li nava daristanekî de rovî û sêr jiyana xwe bi hev re dikine yek û li wir bi heûdu re dijîn. Ji ber ku tu kar û xebat ji rovî nayê, ji sêr naqete zikê xwe bi alîkariya wî têr dike. Sêr her roj diçê nêçîrê ew çi tîne li xwe û li rovî bi nêvî dike.

Demekê bi sûn de sêr nexwes dikeve û rojbiroj rewsa wî ber bi xerabbûnê de diçe. Ew ji hal de dikeve û nema kare here nêçîrê. Her ku dem diçe rovî jî birçî dimîne. Rovî temase dike ku wê ji bîrçîna bikeve, nêçîr jî ji wî nayê ku here nêçîrê, tistekî bîne. Ji alîyekî din de jî dixwaze xwe bi sêr selaf bike, ji ber ku sêr demeke dirêj ew xwedî kiriye. Rovî radibe diçe cem sêr û jê re dibêje:

- Sêrê min, ez li rewsa te dinêrim rojbiroj xerabtir dibe û bastir nabe, ji min re bêje dermanê te çi ye? Dilê te dibiji çi xwarinê ez dê herim ji te re bînim.

Bi dûv wan gotinên rovî re sêr got:

- Wellehî dermanê min heye rovî, lê ez nikarim bibêjim kuherim wî bînim. Ku ez karîbûma bibeziyama ez dê biçûma û min dê dermanê xwe anîbaya. Dermanê min ev e, ger ku kerek bi destê min bikeve ku ez dil û gurçikên wî, an jî mejiyê wî bixwum, ez dê sipîsax bibim û bi ser xwe bêm.

Wexta sêr weha got, rovî jî di bin fêdiyê de ma, wî jî got:

- Sêrê min madem ku dermanê te mejiyê kerê ye, ji peydakirina vî hêsantir çi heye. Ez dê rabim û herim kerekî ji te re bînim vir, da ku tu mejiyê wî bixwî. Belê tu xwe li vir bas vesêr. Ez dê ker bînim vit tu jî êrîsî wî bikî û bikujî.

Sêr bi ya rovî kir. Rovî xatir ji sêr xwest û da rê, çû.

Rovî ha li vir û ha li wir geriya û çû nêzîkî gundekî dît waye kerek li kêleka gund diçêre. Rovî bi konetî da rê û çû cem kerê jê re got:

- Birakê ker çima tu ewqasî jar î? Ne jar û zeîf tenê, tu bi min pirr xemgîn jî xuya yî. Gelo ji bona çi? Qey hinek zor û zahmetîyê li te dikin?

Ker hinekî xwe bêdeng kir, dûv re got:

- Tew birayê rovî! Qet li halê min nepirse! Xwedîyê min mirovekî gellekî xesîs e. Hetanî êvarê xebata xwe bi min dike, lê kulmeke ceh nade min. Carina ez direvim û xwe ji ber xwediyê xwe didime alî, lê kî ku min digire ji xwediyê min bêtir bi min dixebitin û min birçî dihêlin. Sedemê jarbûn xemgîniya min eve.

Rovî got:

- Bi rastî jî wek ku ez fikirî me hatîye serê te. Ez niha tistekî ji te re bêjim tê bi ya min bikî?

Kerê got:

- Ku bas be çima ez dê bi ya te nekim.

Rovî got:

- Cihê ku ez lê dijîm tev de giya û pûs û pelax e. Cihekî çep e û rêya kesî jî pê nakeve. Ger ku tu qebûl bikî ez dê te bi xwe re bibim wir û li wir ji xwe re bêderd û xem bijî.

Ker, evê pêsniyara rovî bas dît û herduya ji wir dan rê û çûn. Bi rê de geh rovî li kerê siwar tê, geh bi hev re dimesin, pirr hindik ker û rovî digihin cihê ku sêr xwe lê vesartiye. Çawa ku ker digihê nêzîkî sêr, sêr ji niskê ve xwe davêje kerê. Lê ji bêqewetbûna sêr kerê nagire û ker ji nava lepê wî difilite û vedigere.

Rovî bi dilekî sikestî got:

-Apê sêr te çawa kir malneketo? Te çawa kir ku te ji destê xwe filitand mal ava!

Lê ew ne li ber ketina rovî bû ne ji ber birçîbûna sêr bû. Derdê wî ew bû ku sêr kerê bikuje û ew zikê xwe têr bike.

Sêr got:

- Rovî, ez gellekî bêqewet bûme, nema weke berê xurt û jêhatî me, ji ber wê yekê jî ker ji destên min filitî:

Rovî got:

- Ez dê rabim dîsa bi dû ker kevim. Wî dîsa qanî bikim û wî bînime vir. Lê vê carê, divê ku ji destê te qet xelas nebe.

Sêr got:

- Vê carê mereqa xelasbûna wî ji destê min neke.

Rovî ra bû dîsa bi dûv kerê ket, gera gera rovî ker dît jê re got:

- Birakê ker, malxerab çima tu reviyayî û hatî.

Ker got:

- Ma te nedît? Hindik mabû sêr ez bikirama piçik û parî û ez bixwarama.

rovî got:

De ji xwe re li aqilê wî binêrin ha. Hey kêmaqil ew ne sêr bû. Ew kereka mê bû, gava çav li te ket ji kêfa re nema zanîbû wê çi bikira. Ji bona ku te hembêz bike xwe avête ser te.

Dema rovî ev behsa kir, gellekî kêfa ker hat û got:

- Maden ku weha ye, de bimes em tev de vegerin.

Rovî û ker dane rê û gihîstin nêzîkî cihê berê ku vê carê sêr xwe di dereke din di vesartiye. Gava gihîstin cem sêr, wî xwe zexim avête ser kerê û bi qirika kerê girt û avête erdê kust. Pist re sêr got:

- Rovî li vir be, ez dê herim lepên xwe bisom û serê xwe ji xwînê paqij bikim û ez dê bêm.

Heta sêr çû û hat rovî meraq kir û xwe negirt û mejiyê kerê xwar û çû li cihê xwe rûnist. Hettanî ku sêr hat û li derxistina mejiyê kerê xebitî, dît ku mejî tune.

Sêr got:

- Rovî min çû lepên xwe sustin, ku ez mejiyê ker paqij derxim, lê ez çendî lê dixebitim tu mêjî di se^re wî de naxuyê.

Rovî got:

Sêrê min, ma ku piçek mejî di serê wî de hebaya, carekê ji destê te filitî, cara duduyan dihate hetanî vir?

Navigation

[0] Themen-Index

Zur normalen Ansicht wechseln