Deutsch-Kurdisches Sprachforum / Zazakî - Soranî - Kurmancî > Literatur und Musik

Malpera Pêkenok

(1/7) > >>

Hejaro:
Teşqele, Meşqele!

Silav û hirmet ji Dengê Mezopotamya û Bernama Teþqele re!

Birayê hêja, min gelek caran guhdarî Dengê te û Bernama te kirîye û Bernama te bi rastî kenê min tîne, sipas.
Bes Bernama îro nîv seat tinê bes teşqele, meşqele, xweşqele û her wisa berdewam bike...
Ma ev çi teşqele meşqele ye, Bira anjî Heval anjî ez nizan im çi bêj im, bi Xwidê te ez gêj kirim, lo.
Yan dinjî Kemançem, Memançe, anjî te navê Newrozê êxist, Nevruz anjî Newroz anjî Nuroj ma ev çîye, de bila navê Newrozê hema Nevruz bi, mane em dizan in, biraderên me Tirko eve ser 80 salan re ye, her Newroz pîroz dikirin û Kurdan ev qedexe kirî bû. Ma ez ne rast dibêj im. Ez nizan im, te ez dîn û har kirim, belkî wekî gotinên te jî be, ez nizan im.
Raste, min ji li Forumekê xwend, ko Tirkan qet Kurd ne êxistibûn di nav Newrozê anjî Nevruzê de. Gotibûn, ev Nevruza me Tirkan, Tirkisten, Türkmenistan, Kazaxistan, Pakistan, nizan im Mongolistan, çûlistan wisa kirîbûn xwedîyê Newrozê. Lê baþ tête bîra, wextê ez hê Zarok, me dixwest em Newrozê anjî Newruzê pîroz bikin, leþker anjî kerên Tirkan berdidan me û em direvîyan. Aha ev Newroz bû, ma Newruz hebû!
Weke din jî hevalê hêja, te xwest, ko tu stiranek ya kemançê bêjî! te jî hema got maþille, maşille, maşille, ma ev bî, ma maşille Stirane?
Piþre jî Te hema bi Tirkî got û axiftî, aha ev hê xweştir bû. Ma bila hema Dengê Mezopotamya jî bi Tirkî be, ma jiber çi Mezopotamya heval, hewe Mezopotamya jî kir ya xwe. Ma ka hewe çi ji Tirkan re hêla. Mane ew jî guneh in. Berê te bes bi zimanê ka ma ez çewa bêj im, bi zimanê Terrorîstan diaxift, bes niha baþ bû, ko tirkî jî te êxist nav henekên xwe, heval. De siheta te xweþ be, ma ka ez çi bêj im. Bes min tiştek fêhm nekir, heger te fêhm kir, ez jî hingê wê fêhm bikim. Ma ne wisaye, heval? ma ez ne rast dibêj im? Deka bêjê, çima Deng nakî, ma tu xewdeyî? Deka bese, lo, ez dê her im.
Ev çi teşqele, meşqele ye? Babo, Dayê, jiber Nevruz jî bûye ya Tirkan, hemî teşqele, meşqele, tirkbele, menqele, de bila wisa be, qene tu jî min fêhm nekî, heval!
Hema tu jî bes li kemançê dixî û Stirana maşille dibêjî, heval! De jiqeneve hêdî li kemança xwe bixe, qene ez anjî guhdar fêhm bikin, kemançe çi dixwaze? Hema Tu jî dikî xirt, xirt, xirt bi kemança xwe, ma ev kemançeye? De ka were, ezê kemança xwe bidim e te, heval.
Papxwidê henekên te dibin geneg, hevalê hêja. Ma ez ne rast dibêj im? Em hêdî nikar in guhdarî Dengê Mezopotamya anjî Tirkotamya bikin, ma ev bî, Heval?
Ez nizan im, ma ev jî qet hewceye, na ev ne heweceye, heger tu bêjî hewecey, debila wekî te be û bila hewece be. Ma ez çi bêj im, heval?

Gekelî sipas, ji bernama Teşqele re, gelekî bi keyfa min û herweha berdewam bike. Her serkeftin jibona te û Dengê Mezopotamya.
Sipas, silav û rêz

Hejaro_Silopi:
Silav heval, xwişk û birayên hêja, ;)
ma min kenê hewe ne anî, ku hun na kenin? :'(
Gelekî sipas


Hallo, ihr Lieben, ;)
habe ich euch nicht zum Lachen bringen können, dass keine von euch lacht :'(
Vielen Dank

Mîtanî_47:
Silav û rêz hevalno
Min di xwest ku ez bi kenim lê mixaben min tistek fehm nekir ku ez bi kenim :(
Lê dîsa gelek sipas bo te hevale heja ku te êw zahmetî deye xwe û jibo em bi kenin te ê nivîs kirîye.
Gelek sipas dem bash!


Hi, freunde
Ich wollte gerne lachen aber leider ich habe nichts verstanden das ich darüberlachen kann :(
Aber trotzt dem vielen dank das du dir soo ein mühe geben hast um uns zum lachen zu bringen.
Vielen dank byeeeee

 

Hejaro:
Bi xêr hatî û gelekî sipas hevala hêja,

rast dibêjî, min ev Pêkenîn nivîsan, bes kenê min û xwe jî bi vê Pêkenokê nehat. Belkî ez nizan im Pêkenokan binivîs im. ;D
Dîsan jî sipas ku te xwendîye û kurdîya te gelekî hêjaye ;)


Hallo, herzlich Willkommen und ich bedanke mich bei dir,

es ist richtig was du sagst; ich habe selbst den Witz geschrieben, aber konnte leider auch nicht darüber lachen. Der Grund ist, weil ich keine Witze schreiben kann. ;)
Trotzdem danke ich dir, weil du den Text gelesen hast und gut kurdisch schreiben kannst.

Bis bald
Heta cara bêt

Sipas
Danke

Mîtanî_47:
Silav û rêz bo we tewa!

Ez ji yeke ji were binivisim ku hûn jî bikenen hevîdarim wê xweshîye wê bê.


Yek hebû li ser darê ke bû dar ji bin xweve di birî (qut dikir) yekî dî hat û got jere kuro te bikeve tu darê binxwere di bire (qut dike) e ser dare got ji e dîre yao ma tu ji ku zanê eze bi kevim, gave dare bin xwere birî merik ket arde got wey welah wî zanî û eze bi kevim niha zanê eze kengî bimrim.
Bazde chû chem û got jere yao te zanî bû eze bi kevim welah niha tu zanê eze kengî bimrim, e dî jere got de hero looo ji xwe karekî min tune ez jitere bejim te kengî bi mire e ji dare de ketibû got welah ez te bernadim heye ku tu ji minre nebeje ke eze kengî b mirim e dî meyîzand yek hemeqîye got temam eze bejim jere got kengî kere te se tir kirin te wî chaxî bi mire. Welah  rabû e ji darede ketbû bare kere xwe le kir û chû rabû gihe kashekî welah kere wî da kesh tirek kir merik got welah rihe min giha kaba min ker hinek dî chû tirek dî kir merik got welah rihe min hat newqa min  ker kash xilaskir  û tirek dî kir merik xwe avet arde û got welah ez mirim. Bare kere hingî giran bû hineki li dor merik chû hat ker ji betilî û di bin bare xwede ket bû ber sheve gur hatîn kere wî xwaren merik di got welah gurno hûn zanen ku ez mirime hûn ten goste kere min di xwen merive wî goten ew mer nehat chibû ye je chûn lê gerîyen meyizandin ku merik li arde xwe direj kirîye merive wî jere  di bejen kuro chima tu li ardeye û gura goshte kere te xwarine got welah ez mirima û gura zanî bû hatin goshte kere min xweren.




sipas û dem wê xwesh bêt
danke bist zu nächsten mal

Navigation

[0] Themen-Index

[#] Nächste Seite

Zur normalen Ansicht wechseln