Autor Thema: Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht  (Gelesen 8623 mal)

agire-newroze

  • Gast
Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht
« am: 21. März 2007, 13:20:16 »
DERS-1



A

Navê min Azad e. Ez 49 salîn im (salî me).  Ez nuha li Almanya me.  Berê mala me li gundekî Kurdistanê bû lê sher derket û em neçar man birevin (birivin).  Gundê me biçûk bû lê xaniyê me mezin bû.  Sê bra û çar xûshkên min jî li gund bûn.  Bavê min peyayekî (peyakî) jêhatî bû û daya min jineke zîrek bû.  Bavê min di 1985an (1985ê de) de mir û daya min di 1987an de...

Du kur û sê keçên me hene. Jina min her roj li mal e lê ez diçim kar.  Kurên me diçin xwendingehê.  Qîzên me jî diçin xwendingehê.  Me otomobîlek heye.  Rengê otomobîla me sor e.  Otomobîl kevn e (kevin e), ne nû ye.

Dema em li gund bûn du hespên me hebûn.  Nuha otombîla me heye. Em li Berlînê ne.  Berlîn ji Kurdistan dûr e.  Li Kurdistanê gellek kes xweziya xwe bi rewsha me dihînin.  Em xweziya xwe bi rojên berê dihînin, li rojên ku em tê de li Kurdistanê li gund bûn.

Keça me Dîlan keçeke jêhatî ye, wek daya xwe.  Kurê me Serbest jî lawekî zîrek e, wek bapîrê xwe, lê kurê me Newzad ne jêhatî ye, lawekî tenbel e.  Ji xwendingehê û fêrbûnê hej (hez) nake.  Her li pêsh televizyonê danishtî ye.

B

Lêker di dema nuha de (Erebî:  El zemen el hadir/ English:  present tense):

Kirîn:  Ez dikirim, tu dikirî, ew dikire, em dikirin, hûn dikirin, ew dikirin.
Rabûn:  Ez radibim, tu radibî, ew radibe, em radibin, hûn radibin, ew radibin.
Rakirin:  Ez radikim, tu radikî, ew radike, em radikin, hûn radikin, ew radikin.

Ez rojên sêshemê pênûsan difroshim.
Tu her roj di firneya xwe de nanî (nên) difroshî.
Ew tishtekî nafroshe; ne dikire, ne difroshe; her li mala xwe ye. 
Em hemî rojnameyan dixwênin.  Em xwendekarên zanîngehê ne.
Hûn li zanîngehê dersan ji mamosteyan digirin.  Aferîn ji we re.
Ew hemî li bajaran in, nema li gundên xwe vedigerin.  Gundên me vala bûn.

C:  Hevokên li jêr bi seri bike, peyvên kêm li gor jimara tîpan (herfan) têxe navberê:
1)  - - - - min Ehmed e.                      2) Bavê - - -li Diyarbeikr e.    3) Ez û te Kurd - -.
4)  Beyan û Sosin - - - in.                                     5) Berlîn bajarekî - - - - - e.
6)  Hevalên min li Amerîkayê - -.                           7)  Îngliztan û Frensa li - - - - - - - - ne.
8 )  Navê te - -  - -  ye?                                           9)  Navê welatê me - - - - - - - - - e.
10)  Australya - - - - - - - -  mezin e.                     11)  Ez û te - - Kurdistanê ne.
« Letzte Änderung: 21. März 2007, 13:25:29 von Mîtanî_4 »

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht
« Antwort #1 am: 22. März 2007, 13:46:57 »
Silav û sipas ;),

bi rastî ev karekî başe, sipas.

Bes pêwîste kî ji me van derên vale di hevokê de dagire?

Mamoste anjî şagirt?

Sipas, dest û tilî sax bin...

agire-newroze

  • Gast
Re: Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht
« Antwort #2 am: 22. März 2007, 14:27:04 »
silav


 :D kekê hejaro mamoste waneya dide shagirt waneya ten ber wan cediken ne wisa :D


wê texte bixînen û kemasîn wan hêvokan li malpere bi weshînen ma wê ne bashtir be keko ez dûvre bejîm shasin an na

bila hevalen li malpere beshtar dibin bersiv bidin.

digel silaven dilovanî spas dikim

agire-newroze

  • Gast
Re: Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht
« Antwort #3 am: 22. März 2007, 18:05:17 »
DERS-2

A

Ronak: Roj baş, Shêrîn. Were hindir.
Shêrîn: Spas, Ronak. Hûn çawa ne?
Ronak: Spas, em bash in. Otomobîla te li ku ye?
Shêrîn: Otomobîla min li ser taxê ye.
Ronak: Ka kurê te?
Shêrîn: Kurê min li mala brayê min e. Ka mêrê te?
Ronak: Mêrê min li odeya xwe ye.
Shêrîn: Çi dike?
Ronak: Nameyekê dinivîsîne (dinivîse). Çenteyê xwe li ser masyê deyne; fermo, danishe (rûne).
Shêrîn: Na, ez ê çenteyê xwe di bin maseyê de deynim. Qîza te dê veke û bi kilîtan bileyize.
Ronak: Tu ji mal hatî?
Shêrîn: Na, ez ji mala brayê xwe hatim vir.
Ronak: Brayê te zivirî?
Shêrîn: Erê, doh (duh/ duhinî) zivirî û îroj li mal e. Mala wî nuha di bin apartmana (taq/ tabiq) me de ye. Ka otomobîla we?
Ronak: Otomobîla me di garacê de ye. Garac di bin apartmanê de ye.
Shêrîn: Ka qîza te?
Ronak: Qîza min li ser textê xwe ye.

B

Ez demjimêr 8.45 (heysht û çel û pênc deqe / neh kêm çaryekekê) dest bi kar dikim û demjimêr 3.45 (sê û çel pênc deqe) kar kuta dikim (diqedînim/ bi seri dikim).  Ez saet 4.15 (çar û panzdeh deqe) digihêm mala xwe.
Ez di apartmanekê de dimînim. Apartmana min biçûk e.
Ez rojên shemê û yekshemê kar nakim.  Rojên shemê û yekshemê dawiya hefteyê ne.  Ez diçim serilêdana hevalên xwe.  Em bi hevre dixwin û vedixwin.  Dîtina dostan xwesh e.  Em li rewsha hev û yên hev dipirsin, em wêneyan (resman) raber hev dikin û carine em bi hev re diçin sînemayê û li filimekê temashe dikin.

C

Zimanê kurdî yek ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Ew beshekî  ji çemelên zimanên îranî ye, wek farsî, û ev çemel beshekî ji dara zimanên îndo-ewropî ye.
Ligel (digel) ku Kurdan dewlet nebûye û ligel ku stemkariyeke bêyî hempa li ser zimanê wan hebûye jî, zimanê kurdî ne tenê wek zimanekî zindî, lê her weha wek zimanekî bi folklora devokî pirr dewlemend maye. Ligel hemî kêmasiyên li holê jî zimanê kurdî di warê berhemên nivîskî de jî, bi taybetî di nîvê 2yem yê vê sedsalê de, gavên beza avêtine.

agire-newroze

  • Gast
Re: Waneya Kurdî/Kurdisch Unterricht
« Antwort #4 am: 23. März 2007, 11:46:11 »
silav



C:  Hevokên li jêr bi seri bike, peyvên kêm li gor jimara tîpan (herfan) têxe navberê:
1)  Nave  min Ehmed e.                      2) Bavê niha li Diyarbeikr e.    3) Ez û te Kurd in.
4)  Beyan û Sosin heval in.                                     5) Berlîn bajarekî xwesh e.
6)  Hevalên min li Amerîkayê dijî.                           7)  Îngliztan û Frensa li ewrupa ne.
8 )  Navê te ci ye?                                           9)  Navê welatê me kurdîstan e.
10)  Australya gelekî  mezin e.                     11)  Ez û te ji Kurdistanê ne.


silaven dilovanî dem bash :D