Sonstiges > Nachrichten und Links

Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.

(1/3) > >>

Siberoj:
Wêneferhenga bi deng û nivîs amade ye

Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs, wek test, di malpera me de ye. Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Xwedîya vê ferhengê Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê ye û karmendê wan Kevîn Mavane program kirîye. Em, wek dîyarîya sala nû, mizgînîya vê ferhengê didin her kesê/a ku bixwaze kurdîya xwe bi pêş ve bibe.

Peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne


Armanca vê ferhengê bi alîkarîya wêne, deng û nivîsê fêmkirina peyvan e. Ev peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne. Helbet berpirsîyarîya herkesî ye ku berî hemû zimanan zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Loma divê em kurd jî berê hemû zimanan zimanê xwe hîn bibin. Çiqas ku mirov zimanê xwe yê zikmakî baş bizanibe, mirov ew qas baştir û zûtir zanyarîyên nû û zimanên bîyanî jî hîn dibe. Ev ferheng jî bi vê perspektîfê hatîye amadekirin. Mirov dikare berê kurdîya xwe pêş ve bibe û paşê jî îngilîzî û swêdî; Ango bi kevirekî sê çûk.

Mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev

Ji du salan pirtir e ku li ser vê projeyê xebat tê kirin. Ev proje ji bo gelek ziman û zareveyan tê amadekirin. Ji wan yek jî soranî ye. Bi saya vê ferhengê mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev.

31 tema û 1800 peyv

Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Her tema jî di nav xwe de hatiye grûbkirin. Bo nimûne: “cil û cewahîr” wek temayek hatiye amadekirin. Heman tema wek cilên jinan, mêran, zarokan, sol û xişir hatîye dabeşkirin. Ji her temaya sereke û beşên wê re îkon hatine çêkirin.


Ev proje tam li gor zimanê me ye

Ev proje tam li gor zimanê me ye. Em di wê bîrûbawerîyê de ne ku ev materîyal dê zimanê me pêş ve bibe. Her kesê/kesa ku înterneta xwe hebe, bi hêsanî dikare bi kar bîne.

Hûn dikarin ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên xwe binivîsin

Helbet di xebatên weha de kêmasî jî çêdibin. Em vê ferhengê bi armanca testkirinê datînin ser malpera xwe. Ku hûn kêmasîyan bibînin, yan jî ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên we hebin, hûn dikarin rasterast ji berpirsîyarê projeyê Mats Wennerholm mats.wennerholm@skolutveckling.se yan jî ji programkirê projeyê Kevîn Mavane re bişînin: kevin.mavane@skolutveckling.se

Spas ji hemû kesên ku di vê projeyê de xebitîne

Em wek dîyarîya sala nû mizgînîya vê ferhengê didin zarok, ciwan û salmezinên kurd. Her weha em wek Dibistana Kurdî ji Maî Beijer, Mats Wennerholm, Kevîn Mavane, projeya Lexîn (Leksîn) û hemû kesên din yên ku ji bo vê projeyê xebitîne re spasên xwe yên germ pêşkêş dikin.

>>>>Li ferhengê binêre

Dibistana Kurdî/H. Diljen


Hin agahdarîyên din:

Rêvebirê projeyê: Mats Wennerholm

Xwedîyê propjeyê: Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckling, avdelningen för utveckling)

Text/nivîs:  Projeya Lexin (leksîn)

Wêne: Bengt G Bengtsson, Carl-Erik Gustavsson, Mats Jarl, Eva Magnusson, Tord Nygren, Burn & Smith, Charlotte Lunding, Kristina Schollin-Borg

Wênerengkirin:  Kevîn Mavane

Denggirtin, birrîn û bicihkirina dengên swêdî:  Damara Mominovic

Denggirtin, birîn û bicihkirina dengên din: Kevîn Mavane

Programkirin: Kevin Mavane

Deng:
Swêdî: Gunnel Ek
Îngilîzî:  Sue Spenser
Kurmancî: Kevin Mavane


Silavên Kurdewarî

Siberoj

agire-newroze:
Silav û rêz





kekê siberoj biraye ezîz ez we kare û emege ku hûn ji bo zimanê kurdî dikin we pîroz dikim.
Serkeftin ji bo we û malperê we dikim.


birastî ez pirr kef xwesh bûm bi we malpera we gelekî heja ye .
gelek gelek sibas ku we ew fikir û ramanê xwe bi mere par wekiri ye.



her bijîn serkeftin ji bo we û gele kurd.

Siberoj:
Silav,

@agire-newroze

Ez tenê Kurdîhezek im, ne xwedîyê wî maplerê me kekê. Ez gelek malperan digerim dixwînim û Ferhengên sûdmend jî belav dikim, didim danasînê ji bo ku mirovên hê jê ne agahdarin agahdarbikim. Min gelek forûmên Kurdan de wan mijarana ji bo ku herkez agahdar be û sûdê jê werbigre, vekirîye. Jixwe min nenivîsandîye da ku ez ji wî malperê me. Ez tenê Kurdîhezek im.
Ez jî spasî ya wan dikim, ji bo ku ev xebatên heja dikin.

@Ciwan

Erê raste. Jixwe min jêgirtinê diyarkirî ye.
Min jî livir wergirtî ye.

Dibistana kurdî 
http://www.dibistanakurdi.com/

Spas ji bo we jî. Hêvî dikim ku her kes Ferhengên Kurdî bikarbîne, bide danasîn û bide bikaranîn.

Dem baş.

xxseherxx:
hy leute ich bin neu hier aber das bilderwörterbuch find ich genial
ich interessiere mich sehr für die sprache aber kann leider nur ein paar wörter  :)

berfin:
Rojbas xxseherxx,


--- Zitat ---ich interessiere mich sehr für die sprache aber kann leider nur ein paar wörter 
--- Ende Zitat ---

Dann bist du hier genau richtig. Du kannst hier anfangen zu lernen und wenn du Fragen hast, sag Bescheid.

Silav û rez
Berfin

Navigation

[0] Themen-Index

[#] Nächste Seite

Zur normalen Ansicht wechseln