Autor Thema: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.  (Gelesen 27662 mal)

Siberoj

  • Gast
Wêneferhenga bi deng û nivîs amade ye

Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs, wek test, di malpera me de ye. Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Xwedîya vê ferhengê Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê ye û karmendê wan Kevîn Mavane program kirîye. Em, wek dîyarîya sala nû, mizgînîya vê ferhengê didin her kesê/a ku bixwaze kurdîya xwe bi pêş ve bibe.

Peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne


Armanca vê ferhengê bi alîkarîya wêne, deng û nivîsê fêmkirina peyvan e. Ev peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne. Helbet berpirsîyarîya herkesî ye ku berî hemû zimanan zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Loma divê em kurd jî berê hemû zimanan zimanê xwe hîn bibin. Çiqas ku mirov zimanê xwe yê zikmakî baş bizanibe, mirov ew qas baştir û zûtir zanyarîyên nû û zimanên bîyanî jî hîn dibe. Ev ferheng jî bi vê perspektîfê hatîye amadekirin. Mirov dikare berê kurdîya xwe pêş ve bibe û paşê jî îngilîzî û swêdî; Ango bi kevirekî sê çûk.

Mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev

Ji du salan pirtir e ku li ser vê projeyê xebat tê kirin. Ev proje ji bo gelek ziman û zareveyan tê amadekirin. Ji wan yek jî soranî ye. Bi saya vê ferhengê mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev.

31 tema û 1800 peyv

Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Her tema jî di nav xwe de hatiye grûbkirin. Bo nimûne: “cil û cewahîr” wek temayek hatiye amadekirin. Heman tema wek cilên jinan, mêran, zarokan, sol û xişir hatîye dabeşkirin. Ji her temaya sereke û beşên wê re îkon hatine çêkirin.


Ev proje tam li gor zimanê me ye

Ev proje tam li gor zimanê me ye. Em di wê bîrûbawerîyê de ne ku ev materîyal dê zimanê me pêş ve bibe. Her kesê/kesa ku înterneta xwe hebe, bi hêsanî dikare bi kar bîne.

Hûn dikarin ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên xwe binivîsin

Helbet di xebatên weha de kêmasî jî çêdibin. Em vê ferhengê bi armanca testkirinê datînin ser malpera xwe. Ku hûn kêmasîyan bibînin, yan jî ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên we hebin, hûn dikarin rasterast ji berpirsîyarê projeyê Mats Wennerholm mats.wennerholm@skolutveckling.se yan jî ji programkirê projeyê Kevîn Mavane re bişînin: kevin.mavane@skolutveckling.se

Spas ji hemû kesên ku di vê projeyê de xebitîne

Em wek dîyarîya sala nû mizgînîya vê ferhengê didin zarok, ciwan û salmezinên kurd. Her weha em wek Dibistana Kurdî ji Maî Beijer, Mats Wennerholm, Kevîn Mavane, projeya Lexîn (Leksîn) û hemû kesên din yên ku ji bo vê projeyê xebitîne re spasên xwe yên germ pêşkêş dikin.

>>>>Li ferhengê binêre

Dibistana Kurdî/H. Diljen


Hin agahdarîyên din:

Rêvebirê projeyê: Mats Wennerholm

Xwedîyê propjeyê: Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckling, avdelningen för utveckling)

Text/nivîs:  Projeya Lexin (leksîn)

Wêne: Bengt G Bengtsson, Carl-Erik Gustavsson, Mats Jarl, Eva Magnusson, Tord Nygren, Burn & Smith, Charlotte Lunding, Kristina Schollin-Borg

Wênerengkirin:  Kevîn Mavane

Denggirtin, birrîn û bicihkirina dengên swêdî:  Damara Mominovic

Denggirtin, birîn û bicihkirina dengên din: Kevîn Mavane

Programkirin: Kevin Mavane

Deng:
Swêdî: Gunnel Ek
Îngilîzî:  Sue Spenser
Kurmancî: Kevin Mavane


Silavên Kurdewarî

Siberoj
« Letzte Änderung: 21. November 2016, 21:50:12 von berfin »

agire-newroze

  • Gast
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #1 am: 25. Februar 2007, 00:53:28 »
Silav û rêz





kekê siberoj biraye ezîz ez we kare û emege ku hûn ji bo zimanê kurdî dikin we pîroz dikim.
Serkeftin ji bo we û malperê we dikim.


birastî ez pirr kef xwesh bûm bi we malpera we gelekî heja ye .
gelek gelek sibas ku we ew fikir û ramanê xwe bi mere par wekiri ye.



her bijîn serkeftin ji bo we û gele kurd.

Siberoj

  • Gast
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #2 am: 27. Februar 2007, 02:33:09 »
Silav,

@agire-newroze

Ez tenê Kurdîhezek im, ne xwedîyê wî maplerê me kekê. Ez gelek malperan digerim dixwînim û Ferhengên sûdmend jî belav dikim, didim danasînê ji bo ku mirovên hê jê ne agahdarin agahdarbikim. Min gelek forûmên Kurdan de wan mijarana ji bo ku herkez agahdar be û sûdê jê werbigre, vekirîye. Jixwe min nenivîsandîye da ku ez ji wî malperê me. Ez tenê Kurdîhezek im.
Ez jî spasî ya wan dikim, ji bo ku ev xebatên heja dikin.

@Ciwan

Erê raste. Jixwe min jêgirtinê diyarkirî ye.
Min jî livir wergirtî ye.

Dibistana kurdî 
http://www.dibistanakurdi.com/

Spas ji bo we jî. Hêvî dikim ku her kes Ferhengên Kurdî bikarbîne, bide danasîn û bide bikaranîn.

Dem baş.

xxseherxx

  • Gast
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #3 am: 11. Mai 2007, 15:57:20 »
hy leute ich bin neu hier aber das bilderwörterbuch find ich genial
ich interessiere mich sehr für die sprache aber kann leider nur ein paar wörter  :)

berfin

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 923
    • http://moskau.pauker.at/VIP/berfin/home_de
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #4 am: 11. Mai 2007, 18:51:12 »
Rojbas xxseherxx,

Zitat
ich interessiere mich sehr für die sprache aber kann leider nur ein paar wörter 

Dann bist du hier genau richtig. Du kannst hier anfangen zu lernen und wenn du Fragen hast, sag Bescheid.

Silav û rez
Berfin

Ciwan

  • Administrator
  • Sr. Member
  • *****
  • Beiträge: 311
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #5 am: 17. Mai 2007, 09:18:24 »
Hallo, das Wörterbuch wurde etwas bearbeitet, ein neuer Besuch auf unserer Lieblingsseite würde sich lohnen :)

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #6 am: 17. Mai 2007, 14:11:22 »
Silav û hirmet ji hewe re!

Birayê Siberoj, gelekî sipas jibona karê te yê gelekî hêja. :)
Birayê Siberoj, gelo tu ferhengek Kurmancî - Soranî anjî Soranî - Kurmancî jî nas dikî?
Heger tu nas bikî, bi xêra ji me re bêxe di Malperê de.

Gelekî sipas.


Ich grüße euch!

Bruder Siberoj, wir bedanken uns bei dir für deine wervolle Arbeit. :)
Bruder Siberoj, kensst du eventuelle auch ein Kurmancî - Soranî oder Soranî - Kurmancî Wörterbuch?
Falls du so etwas kennen solltest, bieten wir dich ins Forum zu stellen.

Herzlichen Dank
Hejaro

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #7 am: 17. Mai 2007, 14:16:25 »
Ez im dîsan ;)

Ez vê Ferhenga Soranî - Kurmancî dizan im, bes ne temam e!

Ich kenne das Soranî - Kurmancî Wörterbuch, aber es ist leider noch nicht vollständig.


Ferhengek wisa ji min re gelekî pêwîste...

Ich brauche so ein Wörterbuch unbedingt...

Gelekî sipas
« Letzte Änderung: 21. November 2016, 21:51:09 von berfin »

sila

  • Gast
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #8 am: 05. Juni 2007, 14:37:19 »
Hallo ich bin neu hier und bin eine kurdin aus Cizra Botan sind hier auch welche von dort?ich grüße alle die von dort kommen ich möchte gern kurdisch schreiben lernen hilft mir bitte dabei!

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #9 am: 06. Juni 2007, 10:16:14 »
Gelekî bi xêr hat Sila can!

De bi Xwidê ez û xwe nivî ji Cizîra Botan û nivî jî Silopî me ;)
Ez bawer dikim, bêhn li te da ku te texmîn kir, ku ez ji vî alî ve me!
Te gelek keyfa min anî, ku tu jî ji Cizîra Botanî. :D

Dmit unsere beste Freunde, die in kurdische Sprache noch nicht so mächtig sind, verstehen können, scharibe ich auch noch den Text auf Deutsch.

Herzlich Willkommen, liebe Sila!

Ich schwöre auf Gott, meine eine Hälfte ist aus Cizîra Botan und die andere Hälfte ist aus Silopî.  ;) Ich glaube, du hast dir bei Nahe gedacht, dass ich aus dieser Gegend komme!
Es hat mich sehr gefreut, dass du auch aus Cizîra Botan bist. :D

Silav û hirmet

berfin

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 923
    • http://moskau.pauker.at/VIP/berfin/home_de
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #10 am: 07. Juni 2007, 09:56:02 »
Lieber Hejaro,
ich möchte an dieser Stelle einmal sagen, dass es sehr hilfreich ist, dass du deine Beiträge zweisprachig verfasst. So kann man Schritt für Schritt nachvollziehen und übersetzen.  :)

Gelek sipas
Silavên germ  :-*
Berfihn

Siberoj

  • Gast
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #11 am: 20. Juli 2007, 00:19:35 »
Ez im dîsan ;)

Ez vê Ferhenga Soranî - Kurmancî dizan im, bes ne temam e!

Ich kenne das Soranî - Kurmancî Wörterbuch, aber es ist leider noch nicht vollständig.

Kovara Mehname:
http://www.geocities.com/soraniferheng/sorani/index.html

Ferhengek wisa ji min re gelekî pêwîste...

Ich brauche so ein Wörterbuch unbedingt...

Gelekî sipas

Silavan,

Ev demek dirêje wextê min tune bûn, ji ber wî niha peyaman dibînim û xwesteka te ya ji bo ferhengek Kurmancî - Soranî ezê bikaribim bînim cî.

Keremke

Ferhenga soranî - kurmancî
http://ku.wiktionary.org/wiki/Wiktionary:soran%C3%AE-kurmanc%C3%AE

Ev jî heye û bawerim livir jî Kurmancî - Soranî ferhengek hebûn. Min berê jî da bûn lê ev malper gelek caran kar nedikirin û niha girtin e. Ji bo ku baş bixebite  mijûlin. Dê vebe !
!


Silavên Kurdewarî
« Letzte Änderung: 21. November 2016, 21:51:54 von berfin »

Hejaro

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 895
  • Zimanê xwe binivîse, bixwîne û biparêze
    • Mezopotamya Groups
Re: Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs amade ye.
« Antwort #12 am: 07. Dezember 2007, 16:07:04 »
Silav, birayê Siberoj!

Em bi amadebûna Ferhenga we gelekî keyfxweş û dilxweş dibin.

Ma ev herdu Ferheng yekin, ya di geocities û ya di Wikîpediya de? Ez wisa bawer dikim. Bes ferhengekî gelekî qenc û hêjaye. Ji me wan kesan re gelek caran hewce dibe, bes herdu jî hema bêja heta tîpa "Q" hatine amadekirin.

Ez gelek caran dixwaz im wergerandinên almanî-soranî, soranî-almanî, kurmancî-soranî û soranî-kurmancî çêkim, bes ferhengeg wisa tune ku arîkarîyekê di vî warî de bide me.

Em hêvîdar in, heger ferhengek nû hebe anjî bikeve Internetê, tu bi xêra xwe bi me bidî zanîn.
Bes eFerheng.com niha ne amde ye!

Gelekî sipas jibona karê te, silav û rêz

***
Grüß Dich Bruder Siberoj!

Wir freuen uns über das soranî Wörterbuch.

Sind diese beide Wörterbücher eins oder sind zwei verschiedenen Wörterbücher, was bei geocities und auch bei Wikîpediya online sind? Ich denke, es sei so! Dieses Wörterbuch ist sehr wichtig. So ein Wörterbuch brauchten wie sehr oft, aber beide sind noch nicht vollständig und enden bei Buchstabe "Q".

Ich möchte oft Übersetzungen in deutsch-soranî, soranî-deutsch, kurmancî-soranî und  soranî-kurmancî machen, aber es gibt noch kein solches Wörterbuch in diesem Bereich was uns etwas unterstützen könnte.

Wir hoffen, falls bald so ein Wörterbuch Online seien sollte, dass Du bitte uns informierst.
Leider eFerheng.com ist nicht online!

Vielen Dank für Deine gute Arbeit, Gruß Hejaro

http://ku.wiktionary.org/wiki/Wiktionary:soran%C3%AE-kurmanc%C3%AE