Sonstiges > Nachrichten und Links
21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî pîroz be!
(1/1)
Siberoj:
21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî pîroz be!
21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye. Ev roj her sal li welatên ku endamên UNESCOyê ne bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin.
Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîye ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng
Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve hat îlankirin
Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Mudûrê Giþtî yê UNESCOyê Koîcihiro Matsuura beþdarî seremonîyê bû û konferans vekir. Serokê NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî mesajek þand vê konferansê.
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand
Çalakîyên li Swêdê
Ev roj dê îsal li Swêdê jî li hemû şaredarîyan bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans, pêşpirke û hwd. bê pîrozkirin. Bi munasebeta vê rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi medyaya netewî û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê zikmakî bê agahdarkirin.
Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide çalakîyên vê rojê.
Şagirdên kurd jî dê li şaredarîyan bi helbest, axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîriz bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî di malpera xwe de biweşînin.
Ji arşîvê çend nivîsên din:
Çalakîyên 21ê sibatê 2006
http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=119
Çalakîyên 21 sibatê 2005
http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=53
Diyarîya 21ê sibatê: 10 fîlmên zarokan, 2005
http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=News&file=print&sid=52
Çalakîyên 21ê sibatê 2004
Dîtinên şagirdên lîseyê yên di derbarê zimanê zikmakî de, 2004
http://www.dibistanakurdi.com/21sibat/index.htm
Çavkanî 1: Dibistana kurdî - 21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî pîroz be! http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=177
Çavkanî 2:
http://www.diyarname.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1564
Çavkanî 3:
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=5801
Bi hêvîya ku emê zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin.
Dem baş
Siberoj:
Roja Zimanê Dayîkê pîroz be!
UNESCO bi vê biryarê xwest, qasî 6 hezar zimanên dayikê yên li cîhanê werin parastin.
Lê belê di serî de li Tirkiye, dewletên serdest, ji wê demê heta niha tu guh nedan vê biryarê û zextên li dijî zimanên gelên bindest didomînin.
Dozgerên Tirk, tenê bi sedema di civînan de, kurdî axivîne cezayan didin siyasetmedarên kurd û dozan vedikin.
Herî dawî li Mêrdînê jî, dozgerê tirk bi sedema ku di Kongreya Ciwanên DTP’a bajêr de, helbesteke kurdî xwendiye, derbarê ciwana DTP’î Zeynep Bîlge de, lêpirsîn vekir.
Kurdî-Der’ê Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir
Her wisa Komek endamên Kurdî-Der’ê jî têkildari ‘Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî’ li ber Mêvanxaneya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Enstutîya Zimanê Kurdî ya Amedê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Navenda Çand û Hunera Dîcle Firat, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Dayikên Aştiyê û Rojnameya Azadiya Welat jî piştgirî da daxuyaniyê. Li ser navê koma ji 200 kesî pêk dihat, Cîgirê Serokê Giştî yê Kurdî Der’ê Medenî Alpkaya daxuyanî xwend.
‘Ji sedî 90 ên zimanan di bin talûkeyê de ne’
Medenî Alpkaya destnîşan kir ku di cîhanê de nêzî 6 hezar ziman hene û li gorî zanyaran ku pêşî lê neyê girtin dê di vê sedsalê de, ji sedî 90’î van zimanan ji holê rabin. Alpkaya, diyar kir ku parastina zimanê dayîkê parastina nasnameyê ye û wiha axivî: “Parastina zimanê dayîkê di heman demê de parastina civakê, çandê, wêjeyê, dîrokê û nasnameyê ye. Ev jî xweşbînî û dewlemendiya çandê bi xwe re tîne.”
Alpkaya, ji bo parastin û pêşvebirina zimanên dayîkê daxwaz û pêşniyarên xwe wiha rêzkirin:
- Divê ji aliyê zimanan ve demografiya Tirkiyeyê bê derxistin.
- Divê li gund, navçe, bajar, bi piranî kîjan ziman tê axaftin, ew ziman li cem tirkî bibe zimanê hîndekarî û perwerdehiyê.
- Divê di navgînên weşan û çapemeniyê de qedexe û sînorkirina ziman tune be.
- Divê ji bo rêveberiyên herêmî, bername û planên hîndekarî û perwedehiyê bêne amadekirin. Her wiha hewce ye rista van a aktîf hebe û di hindekarî û perwerdehiyê de li cem zimanê tirkî bêne bikaranîn.
- Hewce ye ji bo plan û bernameyên hîndekarî û perwerdehiyê, bi sazî û dezgehên sivîl, komele, rêxistina malbatên xwendekaran û hwd. ên ku di warê hîndekarî û perwerdehiyê de xwe bi rêxistin kirine re bê şêwirandin. Bi awayekî demokratîk bîr û baweriyên wan jî werin parvekirin.
- Saziyên ku di xizmeta gel de ne, mîna tenduristî, ewlekarî û dadmendiyê ji bo karmendan bibin alîkar, tercuman û mutercîm bêne peywirdarkirin.
- Di beşên ku têkîldarî ziman in, wekî zanîngeh, akademî û dibistanên bilind de qedexeyên der barê hîndekarî û perwerdehiya hemû zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin bêne rakirin.
DÎHA/AMED
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA
http://www.yeniozgurpolitika.org/?bolum=haber&hid=14015
Navigation
[0] Themen-Index
Zur normalen Ansicht wechseln