Hier ist der kurdische Text, lieber Jürgen,
nur damit du siesht:
Foruma Jîngeha Kurdî
Bi kevnewarên Kurdî yên li rex û rûyên çemê Firadê
DÎROKA ÎNSANIYETÊ JI NÛ VE TÊ NIVÎSANDIN
Roza Dîlan
Armanc, hejmar: 124, çileya paşîn 1992
Dîroka medeniyetê bi Kurdan dest pê dike. Newala Çorî wek yekem yê ku însaniyet ji barbariyê derbasî jiyana akincî bûnê (xwecihiyê) bûye, tê hesibandin.
Berî ku sira bajêr bê zanîn wê di Gulana 1992'an de di bin ava "Baraja Ataturk" de bimîne. Profesorê Elman Hautgman dibêje "Eger li Ewrûpayê cihekî weha di bin avê de bimaya wê xelk daketiban kolanan".
Hat zanîn ku berî mîladê bi 8000 salan Kurdan Xwedayên jin dehebandin, goþtê berazan dixwarin.
"Pîrejina li Newala Çorî xwecih, van rojên dawiyê qet ji mabedê (îbadetxanê) dernakeve. Li ber heykelê Xwedayê Bereketê ku di formê jineke ducan de ye, lavelava wê ye, jê dixwaze ku ji xelayê re çareyekê peyda bike. Pîrejin dibêje: "Xwedana min! Tu mezin î. Tu bereketê dixwazî. rê li ber xelayê bigre! Nehêle ebdên te ji birça bimrin!"
Ev bûyera ku em pê bawer nabin, li gor ProfesorHautgman û kolanên arkolojîk, di navbera Sêwrek û Hîlwanê de li Newala Çorî 8000 salan berî miladê perçeyek ji jiyana rojane bû.
Bajarê li Newala Çorî ku 1 km ji gundê Qantara û 2 km. ji çemê Firad dû e, bi serokatiya arkeologê Elman Prof. Harold Hautgman û 20 arkeologên Elman piþtî xebata 6 salan hat dîtin.
Prof. Hautgman dide xuyakirin ku wî bi xwe li Filistîn, Suriye, Bakurê Iraqê (Kurdistan) û li Tirkiyê serokatiya kolanên arkeolojîk kiriye "lê" dibêje Prof. Haugtman "li tu cihî tiþtên ku me li vir dîtin, weha ez zendegirtî nehiþtime".
"Mabeda ku mirovna zandegirtî dihêle"
Li gor Prof. Harold Hautgman li gor wê demê mabedeke pir mezin û muhteþem hatiye dîtin ku mirov baweriyê bi çavên xwe nayne: "Zemîna Mahedê bi mozaîkekê ku kevirê kisil jî tê de, hatiye raxistin. Me bustek nîv çûçik nîv zelam û heykelekî mezin ê jinekê ku jê re 'Xwedana Berketê' tê gotin, dîtin".
"Li Newla Çorî li bin her kevirê berê ku me radikir, me maskên van heykelan dîtin. Ji bilî heykelên biçûk ên kevirîn, cara pêþî em pêrgî heykelên mezin jî bûn. Ev jî xuya dike ku li Newala Çorî sin'etê plastîk çiqas pêþ ve çûyî bûye".
Şerê qonaxên patriarkal-matriarkal
Li gor tê gotin berî miladê bi 8000 salan li Nawala Çorî qonaxa þerê serdestiya jin û peyayan hatiye jiyîn.
Li gor Prof. Hautgman hebûna busteke nîv çûçik, nîv peya û hebûna heykelê jineke ducan gleek tiþtan îfade dike:
"Her wekî çinîn, kedîkirina nebat û anîna zarokan, neçîrvanî hinge pir girîng bû. Ji heykelên nîv çûçik-nîv peya xuya dibe ku mirov û tabîet di nav zikê hev de jiyane û dibe ku vê yekê jî perestineke sihira nêçîrê ku mirov û heywan gihandiye hev, peyda kiribe. Heykelê jina ducan jî delîl e ku çinîn hîn jî wek encama parkirina kar, giringiya xwe diparêze; ji bo çinîn û nêçîrvaniyê pêwistî bi zêdebûna mirovan heye û zarokanîn ji xusûsiyeteke girîng a vê qonaxê ye".
Serdestiya peyayan pêŞ dikeve
Li Newala Çorî pîroziya jinê tê parastin, lê bi nêçîrvaniyê pîroziya peyayan jî dest pê dike. Prof. Hautgman dibêje: "Hîngê ev herêm pir bi daristan bû û li deverê hirç, gur, þêr piling, panter, gakovî û xezal pir bûn. Peyayên mirina xwe didan pêþ û nêçîrvanî dikirin. Ez ji bere-bereserdestiya dide wan. Di hestiyan peyayên ku me dîtin de gelek wîtamîna A heye. Hestiyên serî pir qalind in. Ev jî xuya dike ku ew pir goþtxwer bûn. Lê hestiyên jinan ziravtir bûn".
Mirov goştê berazan dixwîn
Prof. Hautgman diyar dike ku li Newala Çorî hejmareke mezin hestiyên berazên kovî û berazên kedî kirî ditîne û li gor wî: "Hingê mirovên li vêderê goþtê berazan jî dixwar. Ez bawer dikim ji ber ku goþtê berêz pir bi rûn e û gelek nexweþî jê çêdibin, lewra jî paþê Îslamiyetê xwarina wî qedexe kir".
Medeniyetê li Newala Çorî dest pê kir
Li gor Prof. Hautgman li Newala Çorî ji bilî xaniyên ku merkeziyeta cî xuya dikin, xaniyên wek depoyan jî hebûne û di gel mabeda xwe Newala Çorî wek bajarekî merkezî bûye: "Li hinek kevnewarên biçûk ên li deverê jî me karê kolanê domand. Newala Çorî wek paytextê wan e. Mabeda mezin jî vê yekê xuya dike. Ka misilman çawa ji çûna hecê diçin bajarê xwe yê pîroz Mekke, hingê mirovên li derûdora Firadê jî dijiyandihatin Newala Çorî. Lewra jî medeniyet li vir dest bi pêþketina xwe dike. Ji fosîlên genim, nîsk, nok, û ji zirfindeqên ku me dîtin, diyar dibe ku kedîkirina pêþî ya nebatan li Newala Çorî çêbûye. Ango heta derecekê warê pêþî yê medeniyetê Newala Çorî ye.
Şûna pez mirovan dikin qurban
Li maleke mezin, di gorekê de me kurekî qurbankirî dît, dibêje Prof. Hautgman û dom dike: "Dema ku em zanîn û tecrûbeyên xwe yên ji kolanên li Iraq û Filistînê, bi tiþtên li vir hatine dîtin zêde dikin, em acêbgirtî namînin ku çawa mirov hatine qurban kirin. Di karê kolanê de em zêde rastî goran nehatin. Lê li gor encema kolanên li dor û bera çiyayên Zagros, hat zanîn ku berî Mîladê di salên 7.000'an, 8.000'an de dema daxwaz yan niyetek mirovan bi cî dihat kurekî xwe ji Xwedayê xwe re dikirin qurban.
Berî vebûna perdeya li ser sira bajêr,
Newala Çorî, di bin avê de dimîne
Çima mirovan terka Newala Çorî dane, heta nuha jî neyê zanîn, û li gor Prof. Haugtman bersîva vê pirsê kolanên arkeolojîk yên devdirêj pêwîst dike. Bi ya Prof. Haugtman dibe ku ji ber 3 sedema bajar hatibe terkkirin.
Yekem; yan, wekî ku ji navê cîh xuya ye (Newala Çorî; Newala Nexweþiyan) bi guherîna hewayê herêmê nexweþiyek peyda bûye, piraniya mirovan mirine, yên mayî jî cîh berdane.
Duyem; yan herêm bûye qada þerekî mezin yê serdestiya qonaxa patriarkal û matriarkal.
Sêyem; yan jî mirovan cihine baþtir ji xwe re dîtine û Newala Çorî têra wan nekiriye, barkirine, çûne.
Lê bajêr berî ku sira wî bê zanîn, di Gulana 1992'an de di bin ava "Baraja Ataturk" de dimîne. Prof. Haugtman li ser vê yekê weha dibêje: "Eger ev cihê ku ji þûnwarên Jeriche yên li Filistînê jî kevintir û girîngtir li welatekî Ewropî bûya, ji ber ku di bin avê de nemîne wê mirov daketiban kuçe û kolanan. Li pêþ çavên me dîrokek tê kuþtin. Lê emê dîsa jî ji bo dirêjkirina emrê bajêr, deverê bi qûmê binixumînin. Belkî ji bo arkeologên bê, di bin avê de tiþtin bimînin".
Wergera ji tirkî bo kurmancî:
Remzî Kerîm
http://www.kurdforum.com/gapujingeh/newalacoli.htmhttp://www.kurdforum.com/