Umfrage

Filmê KICK OFF KERKUK tê sînemayên Elman!

Sînema
0 (0%)
Filîm
0 (0%)

Stimmen insgesamt: 0

Autor Thema: Filmê KICK OFF KERKUK tê sînemayên Elman!  (Gelesen 11033 mal)

Siberoj

  • Gast
Filmê KICK OFF KERKUK tê sînemayên Elman!
« am: 12. Februar 2011, 08:41:52 »
Filmê KICK OFF KERKUK tê sînemayên Elman!

2011-02-11
Civata Xortan: Şirketa Mitos film ya navenda we li paytexte Elmanya Berlînê ye, filmê derhenerê kurd Şewket Emîn duho pencşem 11.02.2011 seranseren Elmanya derxist sînemayan.

Filma KIKK OFF Kerkuk , heya niha ev Film beşdarî 20 festîvalên navnetewî bûye, û 6 xelatên sînemayî bi dest xistine.

 

Filmê li bajarê Kerkuk ê hatiye derhênan di destpekê de li 9 bajarên Elmanyayê bi jernivîsa elmanî ve dê bê nîşandin.

 

Ew film bi hevkariya televizyona Japoni NHK, Hukumeta Herêma Kurdistan ê, Mitos Film û  festîvala navnetewi ya filman Berlinale digehe temaşevanên Kurd û Elman.

 

Revebirê kompanyaya Mitos filmê  birêz Mehmet Aktaş bi boneya derbasbûna filmê „KICK Of Kerkuk“ di sinemayên elmanî de ev daxuyanî da çapemeniyê:

 

 

"Em kêfweşin ku, Mitosfilm berhemeke din ya sînemaya kurdî digehîne temaşevanên ewrupî.

Her wiha em kêyfxweşin ku festivala Berlinalê bi riya World Cinema Fund ve piştgiriya belavkirina vî filmê kurdî dike.

Derhenerê vî filmî Şewket Emîn nunerekî sînemaya kurdî yê herî giring e .

Wî ew film di bin şertên gelek xeter de li Kerkûkê kişand. Film heya niha di dehan festivalên navnetewî yên sînemayê de hate nîşandan.

Em hevîdarin, Kurdên li Elmanyayê dijîn xwedî li vî filmî derbikevin. Biçin sinemayên nêzî xwe KicK OFF Kerkuk temaşe bikin. Her wiha peşniyarî malbat, dost û cînarên xwe jî bikin.

Eger em heviya filmên baş yên kurdî dikin, divê em filmên dadikevin sînemayan xwedî derbikevin. "

 

Çîroka filmê Kick of Kerkuk, di kampekî penaberên Kurd de, di Kerkêk de derbas dibe. Film stadyumek futbolê, yê ji aliye Saddam ve bûbû kampa penaberan de derbas dibe.

Ji bo agahiyên ferehtir:


www.kickoff-film.de

Navên Sînemayan:
http://www.mitosfilm.com/kickOffKirkuk/imkino.php

http://mitosfilm.com/
http://www.mitosfilm.com/kickOffKirkuk/galerie.php

 

http://www.facebook.com/pages/KICK-OFF-Kirkuk/135732753153365

Jêgirtin: http://civat.net/nuce.php?ziman=&id=794&niviskar=1&cure=8&kijan=

Shari

  • Administrator
  • Hero Member
  • *****
  • Beiträge: 606
Re:Filmê KICK OFF KERKUK tê sînemayên Elman!
« Antwort #1 am: 12. Februar 2011, 09:16:43 »
Gellekî sipas, hevalê hêja für den interessanten Hinweis.
Mal wieder ein Film, den ich gern sehen würde. Bleibt zu hoffen, dass er auch noch in anderen Städten gezeigt wird. Leider sind die besagten Kinos etwas weit entfernt für mich  :-[
Silavên germ
Shari