Autor Thema: Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên I  (Gelesen 5224 mal)

mafis

  • Full Member
  • ***
  • Beiträge: 131
Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên I
« am: 19. April 2010, 10:43:50 »
Pêwendiyên ermenkî û kurdî
yên zimên

Amadekar: Têmûrê XELÎL

Dîroka pêwendiyên herdu miletên binecî yên hindewropî, Ermeniyan û Kurdan, di
hêla zimên de heta niha rind nehatiye lênihêrandinê û lêkolanê. Ermenî û Kurd di
demên here kevnar de cînarên hev bûne. Lema jî gerekê zimanên wan herdem di
nava danûsitendinê û jihevhildanê de bûyana. Ev pirsgirêk heta niha jî ne di
kurdzaniyê de, ne jî di ermenîzaniyê de nehatiye azirûkirinê. Bona pirî-hindikî vê
kêmaniyê dagirin, em berê xwe bidine kurteçîroka zimanê ermenî.
Di cihanê de zimanê ermenî tê hesibandinê wek yek ji zimanên herî kevnar û
zengîn. Di dîroka zimanzaniyê de bi kêmanî du hezar sal in ku ew ziman heye.
Zimanê ermenî di nava malbata zimanên hindewropî de tê hesibandinê wek çiqilekî
cuda û serbixwe. Ermenî (an jî ermenkî) ji aliyê zanyar û keşîşekî Ermeniyan yê wê
demê herî bi nav û deng Mêsrop Maştos de sala 405an bûye zimanê nivîskî (an jî
nivîsarkî). Tiştekî balkêş e, ku Mêsrop Maştos li hêla Mûşê, di gundê Hasêkasê de ji
dayka xwe bûye. (Ew gund niha jî heye û navê wî Xasik e). Ew hîmdarê elfabaya
Ermeniyan wê demê karê xwe yê afirandariyê li Amedê, Ruhayê (Edesaya berê) û
Samsata îro pêk aniye.

Dîroka zimanê Ermeniyan pareveyî li ser 3 deman dibe:

1. Grabar, yanî ermenkiya kevnar (sedsalên 5-11).
2. Ermenkiya Navîn (sedsalên 12-16).
3. Ermenkiya nû, yan jî aşxarhabar (ev ziman ku cimaeta sivîl pê diaxive). Du çiqilên
vî zimanî hene: ermenkiya rojhilatê û ermenkiya rojavayê. Ev ziman ji sedsala
17an xuliqî û heta îro jî berdewam dike.

Pêşdaçûyîna zimanê ermenkî di her dewrekê de bi faktorên cî û wariyê, civakiyê û
bikaranînê ve girêdayî bû. Di nava zimanzaniya Ermeniyan de fikirek heye, ku xên
ji zimanê ermenkî yê kevnare yê lîtêratûrî, yanê zimanê nivîsarê, herwiha zimanekî
Ermeniyan yê axaftina rojane jî hebûye, ango ji sedsala 5an girtî hinek zaravayên
Ermeniyan yên ji hev cudabûyî hebûne.

Zimanê Ermeniyan yê kevnar (grabar) di sedsala 5an de xuliqiye wek zimanê
xaçparêziyê yê resmî. Cûrê axaftina ermenkiya kevnar di nava dewranan de hatiye
guhastin û gihîştiye dereceya ermenkiya îro. Koçberbûnên Ermeniyan yên bêhesab
bûne sebeb, ku zimanê wan di nava sedsalan de ewqas guhêriye, ku îro grabar bûye
zimanê kilîseyan û keşîştiya Ermeniyan. Ew ziman li Ermenîstana Roavayê û
xwesma jî li Konstantînopolîsê (Stembolê) ma wek zimanê çapemeniyê, dêran û
dibistanan. Em nikarin bêjin ku ew zimanekî windabûyî ye. Wek mînak, kovara
Yekîtiya Mxîtariyan ya li Vênêdîgê (Sûrb Xazar) heta roja îro jî bi grabarê tê
weşandinê. Li hemû dêrên Ermeniyan îro jî dua û dirozgeyên xirîstiyaniyê bi
grabarî têne qedandinê.

Izbata sereke, ku ev gotinên ku ezê raberî we bikim bi baweriya min ji zimanê
ermenkî derbazî nava kurmancî bûne ew e, ku piraniya wan gotinan di zimanên
miletên îranî de tunene. Çend gotin jî îranî ne, lê bi baweriya min pêşî Ermeniyan ji
Îraniyan hildaye, dû re me ji Ermeniyan hildaye. Îzbateke dinê jî ew e, ku ew gotin
ne di hemû herêmên Kurdistanê yên kurmancîaxêv de têne bikaranînê û piranî li
wan herêman têne bikaranînê, ku Ermenî berê piranî bûne.